Dê 1'ê Gulanê bi dirûşma 'Ked a me pêşeroj a me ye' bê pîrozkirin

  • 15:36 12 Nîsan 2023
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû bernameya xwe ya 1'ê Gulanê bi dirûşma, "Ked a me û pêşeroj a me ye" aşkera kir û xwest ku Qada Taksîmê ji çalakiyan re bê vekirin.  
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Komeleya Diransazên Tirk (TDB) dê bi dirûşmeya “Ked a me ye, siberoj a me ye” li avahiya Navenda Giştî ya DÎSK'ê ya li Beşîktaşa Stenbolê têkildarî bernameya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran civîna çapemeniyê li dar xistin. Li eywana civînê pankarta “Bijî Yek Gulan” hat daliqandin û Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêveberên HDP’a Stenbolê û nûnerên rêxistinên sivîl û sendîkayan tev li civînê bûn. 
 
Seroka DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo siberoja karker, kedkarên cemaweriyê, jin û ciwanan bernameya dîrokî ya 1'ê Gulanê rave bikin hatin gel hev. Arzûyê destnîşan kir ku qadên 1'ê Gulanê qadên ku bi sed hezaran kes tên cem hev, qada ku çîna karkeran rûyê hev dibînin û mil didin milê hev e. Arzûyê destnîşan kir ku ji her demê bêtir hewcedarî bi deng, gotin û hêza çîna karker û kedkaran hem li cîhanê û hem jî li li welat pê heye.
 
Arzûyê îktidara Tirkiyeyê rexne kir û wiha got: “Rewşek perîşan li welatê me heye. Heqîqeta ku piştî rejîma hat avakirin, pandemiyê û erdhejê em pê re rûbirû mane bes e. Dev ji xebat û jiyankirina mirovan a mirovî berdin, însan ketiye wê astê û bi wê pergalê re rûbirû maye ku nikare xwe xwedî bike. Di van 4 salên rejîma serokatiyê de 5,5 karker hebûn û 3,5 kerkerên din jî lê zêde bûn. Ji karkeran digirin û didin patronan û rantxwiran. Ji bo rantê xweza û jiyana mirovan talan kirin. Di erdhejê de konan firotin xelkê. Felaketa xwezayî veguherandin felaketên rantê. Bi kurtasî mirov dikare bêje ku welat wek şirketekî bi rê ve birin.” 
 
‘Xizanî zêde bûye’ 
 
Arzûyê diyar kir ku îktidarê li welat lêgerîna maf, sendîkabûnê û kirina greve asteng û qedexe kiriye û got: “Tiştek li welat nehiştin. Pesnê xwe bi kirinên xwe dan. Xebata bêewle li her qadê belav kirin. Karker û kedkaran terkî insafa patron û îktidarê kirin. Heq û hiqûqê nas nekirin. Hemû bedelan em karker û kedkar didin û sermayeya wan jî zêdetir dibe. Bi milyonan karker û kedkar û însan li welat feqîr kirin. Xelkê bê siberoj hiştine. Li her qadê cihêkariyê kirin. Newekheviya zayendiya civakî belav kirin. Hewl didin dengê her kesî rexne dike, pirs dike, daxwaza edalet, heq û hiqûqê dike qut bikin.” 
 
Em ê daxwazên xwe li qadan bînin ziman 
 
Arzû yê anî ziman ku dem û dewran diguhere û wiha axivî: “Em îro di wê demê de ne ku biryara xwe bidin. Ji bo em vê pergala yek mêrî têk bibin, divê em hemû bi hev re mil bidin milê hev û biryara xwe bidin. Em ê daxwaz, hêvî û bendewariyên xwe li qadên 1’ê Gulanê bînin ziman û nîşan bidin. Em ê her cûre mafên demokratîk ên karkeran qîr bikin.” 
 
‘Em ê xwedî li siberoja xwe derkevin’ 
 
Arzû da zanîn ku ew ê ji bo pergalek civakî ya nû destpêkek nû bikin û got: “Em ê bibin yek û xwedî li îradeya xwe derkevin. 1’ê Gulanê roja yekitî û hevgirtinê ye, roja têkoşînê ye û destpekek nû ye. Em ê xwedî li siberoja xwe derkevin. Em ê bêjin, Ked a me ye, siberoj a me ye. Bijî Yekê Gulanê.” 
 
‘Wê qedexeya dawî be’ 
 
Arzûyê destnîşan kir ku navnîşana 1’ê Gulanê ya li welat Qada Taksîmê ye û wiha got: “Qedexeya 1’ê Gulanê û Taksîmê hêmana zîhniyeta qedexekar a li welat ku hiqûqê nas nake ye. Û ev qedexe wê bibe qedexeya dawî ya 1’ê Gulana Taksîmê.” Çerkezoglû diyar kir ku wan îro bi Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya re têkilarî 1’ê Gulanê civîn li dar xistine û got: “Em gazî îktidarê dikin; werin em hemû bi hev re qedexeya li ser Taksîmê rakin. Em li qadên hemû bajaran 1’ê Gulanê bi coş pîroz bikin.”