Aborî têk çûye: Em nikarin debara xwe bikin

  • 09:02 3 Nîsan 2023
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin-Rabîa Onver
 
AMED - Jinên ku li semta Ofîsê danûstandanê dikin, anîn ziman ku aboriya Tirkiyeyê têkçûye û ew nikarin debara xwe bikin û gotin: “Hikûmeta niha Tirkiyeyê kiriye bin kavilan.”
 
Li Tirkiyeyê ji ber polîtîqayên îktîdara AKP’ê ku di her aliyê de hilweşandinek mezin tê jiyîn, dihêla aboriyê de jî têkçûneke mezin heye. Qeyrana ku di her qada jiyanê de bandorê li ser civakê dike, rayedar ji bo çareserkirina wê tu gavê navêjin û buteçeya ku ji gel re tê veqetandin li şer xerc dikin. Kesên ku herî zêde ji vê qeyranê bi bandor dibin jî jin in. 
 
Jinên ku li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bazarê ji bo dan û stendinê hatibûn, destnîşan kirin ku ew nikarin dan û stendinê bikin.  s
 
‘Aborî têk çûye’
 
Nurten Kocabaş, anî ziman ku hatiye bazarê lê ji ber ku biha gelek zêde ne nikare dan û stendinê bike. Nurten, wiha axivî: “Li gor berê biha gelek zêde ne. Bûdçeya min têr nake ku zêde tiştan bikirim. Li her derê ev bihabûn heye. Ez li vê derê mêvan im, li vir jî berhem gelek biha ne. Her wiha di nav civakê de welatiyên xîzan hene. Ev yek zêdetir bandorê li wan dike. Ji bo sererastkirina vê qeyranê ez di nava gûmanan de me. Gelek zehmet e ku ev ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin. Ez bawer nakim ku biha dakeve. Hêviya me ew e ku zêdetirt nebe.”
 
‘Rayedar divê gel bifikire’
 
Fatma Demîrcî jî bi lêv kir ku rewşa wan hinek başe ew kêm be jî dikarin tiştan bistînin û bal kişand ser rewşa xizanan.  Fatma, wiha pê de çû: “Ev zêdetir bandorê li welatiyên xîzan dike. Tirkiye her ku diçe ber bi xizaniyê ve diçe. Divê mirov ji her tiştî re şikir neke. Hertişt gelek biha ye û mirovên xîzan nikarin bistînin. Em hatin bazarê me bi tenê kartol û pîvaz kirî. Me 40 TL daye pîvazan. Pereyê ku em ji bo danûstandinê vediqetînin têra bazarê  nake. Ji ber vê yekê em jî kêm kêm distînin. . Yên xîzan tam xizan bûne, yên dewlemend jî dewlemend in. Ev nayê qebûlkirin û divê wekhevî hebe. Tu tişt wekî divê rêve naçe. Ger ku rayedar li gel bifikiriya wê ev yek ne wiha bûya. Divê em li hev bifikirin. Hemû kes divê di destpêkê de li gel bifikire.”
 
‘Hertişt gelek biha ye’
 
Jina ku nexwest navê xwe bide jî got: “Hertişt gelek biha ye û em nikarin tiştek bistînin. Ez hatim bazarê nikarim ji bo malê hemû tiştan bistînim. Ji ber ku pere nîne. Em gelek zehmetiyê dikişînin. Em bi zorê ji bo malê sebze distînin, lê em nikarin fekî bistînin.”
 
‘Tu pêvajoyekî de ciwanên me ev qas hilneweşiyan’
 
Ayten a ku paşnavê xwe neda jî diyar kir ku divê sedema vê qeyranê ji rayedaran bê pirsîn  û wiha dom kir: “Ev ne di destê kesên li bazarê de firotinê dikin de ye û ne jî di destên me de ye. Li gor berê em gelek kêm tiştan distînin. Ji ber ku nayê kirîn. Jiyan li holê ye. Ne bi tenê em tên danûstanê dikin. Her wiha fatûre û kiriyên xaniyan jî em didin. Em dikarin çi bêjin êdî? Tu pêvajoyeke de ciwanên me ev qas hilweşîn nedîtin. Em ji xwe re xemgîn nabin. Em ji bo ciwanan xemgîn dibin. Hilweşandinek mezin li Tirkiyeyê heye.”
 
‘Tirkiye hetikî ye’
 
Parêzer Meryem Kizilelma jî destnîşan kir ku ji ber qeyranê ew nikarin tu tiştekî bistînin û wiha axivî: “Çiqas ji destên me tê em hewl didin debara xwe bikin û tiştan bistînin. Li gor demên berê û niha di navbera bihayan de ferqek mezin heye. Bi taybetî li gor sala borî dema mirov tîne hemberê hev ferqek mezin heye. Em di bin 500 TL’yî re nikarin ji bazarê derbikevin. Em nikarin debara xwe bikin. Ez bi xwe jî parêzer im lê dîsa jî nikarim debara xwe bikim. Sedema vê qeyranê rewşa li Tirkiyeyê ye. Di hemû qadan de qeyran bandora xwe nîşan dide. Bi taybetî berî hilbijartinê hemû tişt sekinî û karê me jî sekinî. Lewra qezenca me nîne. Ger ku îqîtîdar biguhere jî rewş wê çareser nebe.”
 
‘Sedema vê qeyranê kesên rayedar in’
 
Zehra Uyanik jî ev tiştan got: “Her tişt gelek zehmete. Şert û mercên jiyanê zehmet bûne. Bihayê her tiştî zêde ye. Ne em dikarin tiştek bikirin û ne jî esnaf dikarin tiştekî bifiroşin.Ne bi tenê danûstanê dikin em. Her wiha fatûre û kirêya malê jî didin. Em ji her aliyê ve hewl didin kêm bikin. Em hewl didin îdare bikin. Sedema vê qeyranê kesên ku welat rê ve dibin e. Ji vê qeyranê re çareseriyek çawa bê dîtin nizanim. Em her ku diçin dixitimin. Ez bawer nakim ku çareserî bê dîtin. “
 
‘Tirkiye di bin kavilan de ma ye’
 
Nurcan Karataş jî da zanîn ku ji kesên xîzan bigire heta kesên dewlemend ji vê qeyranê bandor dibin û wiha got: “Em hatin bazarê ji bo danûstandinê bikin. Lê belê ji ber biha gelek zêde bilind e em nikarin tiştek bikirin. Em li bendê ne ku di hilbijartinê de ev hikûmet biçe. Em hêvî dikin ku ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin.  Em dixwazin hemû tişt baştir bibe. Em jî dixwazin tiştên xweş bibin. Bûtçeya ku ji bo gel hatiye veveqetandin ji bo şer tê bikaranîn û ev yek jî dibe sedema qeyranê.”
 
‘Em dest vala tên û dest vala diçin’
 
Naşîde Elyilmaz jî ku keça wê ya astengdar heye, da zanîn ku nikare debara xwe bike, gelek zehmetiyê dikişine û got:" Em nikarin hem danûstandin, hem kirê û hem jî fatûrayan bidin. Hemû ji bo me gelek zehmete. Xebatkarên min tune ne. Zarokên min hemû diçin dibistanê û yek jî li leşkeriyê ye. Muçeyê ku ji bo keça min a astengdar tê dayîn em bi wê hewl didin debara xwe bikin.  Lê em niha bi 20 TL’yan nikarin tiştekî bikirin. Em niha dest vala tên û dest vala diçin.Bila ji vê rewşê re çareseriyek bê dîtin.”