Jinên Wanê: Çavkaniya krîzê îqtîdar e

  • 09:02 7 Sibat 2023
  • Ked/Aborî
WAN - Jin Wanê diyar kirin ku sedema krîza aborî bûtçeya ji şer re tê veqetandin e, divê îqtîdar biçe û gotin, "Çareserî guhertina krîzê ye."
 
Di encama polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP'ê de gel roj bi roj xizantir dibe, aliyê herî zêde ji vê krîzê bi bandor dibe jî jin in. Xwendekar û esnafên Wanê der barê krîza aborî de axivîn.
 
 'Ji bo krîz çareser bibe divê hikûmet biguhere'
 
Hanîfe Guzel a ku li Bazara Gel ev nêzî 15 sal in esnaf e , destnîşan kir ku bi salan e esnaf e. Lê zehmetiyên ku îsal di warê aborî de dîtine di salên din de nedîtine û wiha berdewam kir: “15 sal in ez esnaf im. Zahmetiyên ku min vê salê dîtine min tu salan nedîtine.  Ev sal ji bo min sala herî dijwar bû. Ji ber krîza aborî min zehmetiyên pir giran dîtin. Her meh kirê zêde dibe. Du sal berê min 100 TL kirê dida. Niha ez hezar TL kirê didim. Fatureya ceryanê berê  40 TL dihat lê niha jî 350 TL didim. Her tişt duqatê xwe biha bûye û rewş gelek xirab e. Çareseriya derketina ji vê krîzê jî ew e ku hikûmet biguhere.”
 
'Ger hikûmet biçe em ê hilmekê bigirin'
 
Hanîfe, anî ziman ku kesên 20 sal in li ser kursiya desthilatdariyê rûniştine divê piştî hilbijartina bê kirin biguherin û dixwazin ku ew êdî hilmeke rehet bigirin. Hanîfe destnîşan kir ku ev bîst sal in di nava xizanî û belengaziyê de dijîn û diyar kir ku di nava bîst salên dawî de bi her cureyê xizanî û cudakariyê re rûbirû mane. Hanîfe got, “Ji bo çareserî bê dîtin, divê pêşî vî şerî bi dawî bikin. Her ku şer belav dibe bûtçe ji şer re diçe û ji ber ku bûtçe ji şer re tê veqetadndin, gel birçî û tî dimîne. Ger bûdçeya ji bo şer dihat veqetandin ji gel re bihata veqetdandin. Welatî wê ewqas feqîr nebûna. “Şer tenê xwîn û rondikên dayîkan tîne vî welatî, ne tiştekî din.
 
‘Desthilatdarî biçe em ê hinek rehet bin’
 
Hanîfeyê wiha dawî lê anî: “Divê desthilatdarî biçe. Êdî em dixwazin hinek rehet bikin. Ev 20 sale em di xizaniyê de dijîn. 20 salên dawî de xizanî û newekhevî giran bû. Divê şer bê sekinandin. Heta şer hebe wê butçe jî ji şer re biçe. Gel tî û birçî dimîne. Şer tenê êş û rondikan tîne vî welatî. Wekê din titşekî nayne.”
 
‘Divê niha min pîşeya xwe bikira’
 
Xwendekara bi navê Ceylan Aşkan ya li Kibris Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk xwendiye diyar kir ku  piştî dibistanê di kafeyekê de dest bi xebatê kiriye û wiha vegot: “Ji ber aboriyê me zehmetiyên mezin kişandin. Qedandina zanîngehê ji bo min zehmet bû. Krîza aborî bandorek mezin li ser min jî kir. Ez neçar bûm bixebitim jî. Ji ber şertên aborî min zehmetî kişand. Li şûna pîşeya xwe bikim niha di kafeyekê de dixebitim. Pereyê qezenc dikim jî pê pirtûkan digirim ji bo KPSS’ê xwe amade dikim. Lê di alî aborî de zêde derfetên min tune. Dixwazim pîşeya xwe bikim."
 
‘Divê her kes pêngavekê bavêje’
 
Ceylanê wiha dawî lê anî: “Ez dixwazim ez û xwişkên min jiyanek baş bijîn. Ji bo vê hewl didim. Lê krîza aborî pêşî li vê digire. Ji bo hinek tişt sererast bibin divê her kes pêşî li vê bigire. Yekane çareserî hilbijartineke raste.”