Jinên bi graman dan û standinê dikin: Berpirs desthilatdarî ye

  • 09:04 16 Çile 2023
  • Ked/Aborî
WAN - Li Wanê welatiyên ji ber bihabûna bênavber tê kirin nikarin ji bo zivistanê sotemeniyê bigirin diyar kirin ku xurekê xwe jî yeko yeko an jî bi graman digirin û her wiha bi lêv kirin ku berpirsê vê desthilatdarî ye.
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber çavkaniyên welat ji şer re vediqetîne dibe sedema krîza aborî. Bihabûna li pey hev tên kirin hêza kirînê ya gel dixîne û her aliyê civakê zirarê dibîne. Li Wanê ku zivistanê xwe daye hîskirin, welatî nikarin sotemeniyê bigirin û her wiha ji bazaran jî destvala vedigerin.
 
Li taxa Xaçort a Wanê li bazara hatiye avakirin hem esnaf hem jî gel di rewşek zehmet de ye. Hinek tevî sar û sermayê heta êvarê dipên ku biha bikevin û hinek jî bermahiyên bazarê kom dikin. Jinan diyar kirin ku berpirsê vê desthilatdarî ye û divê her kes îtîrazî vê rewşê bike.
 
Dest vala ye
 
Halîme Agnaş ku sibehê zû li bazarê tezgaha xwe vedike  diyar kir ku ew bi firotina  tayê ristinê debara xwe dike û wiha got: “Bihayên meha berê ji yê niha baştir bû. Qe nebû rojane 50 TL kara min hebû. Bi zêdebûna bihayan re tiştek nayê firotin. Berê bi hatina zivistanê re jinan ta digirtin û ji zarokên xwe re tişt diristin. Lê niha pir biha ye. Mirov êdî nikarin tu tiştekî bigirin.”
 
‘Berpirs desthilatdarî ye’
 
Ferîde Çali jî bertekên xwe wiha anîn ziman: “Em nikarin hewcedariyên malê bigirin. Ez têm bazarê, hewcedarî bi her tiştî heye lê nikarim tu tiştekî bigirim. Cur bi cur sebze û fêkî hene. lê em nikarin bigirin. Ez heftane ji bo bazarê 100 TL vediqetînim. Lê bi vê jî du kîlo sebze nayê. Xurekên digirim jî rojek du rojan diçe. Sedema vê krîzê desthilatdarî ye. Her roj bi roj bihayê her tiştî zêde dibe. Gel perîşan bûye. Bi serhildana gel ev dikare bisekine. Wekê din riya wê tune ye.”
 
 
‘Em nikarin nan jî bigirin’
 
Jina bi navê Sevîm Gunay jî daxuyakirin ku nikarin êzing û komirê bigirin û wiha dirêjî dayê: “Komir û êzing tune ne. Ji ber sermayê em cilan zêde li xwe dikin. Em nikarin tu tiştekîbigirin. Em tenê nan digirin. Heta ji ber bihabûnê em nikarin wê jî bigirin. Ez sibehê zû diçim firinê nanê kevn digirim. Lê em carnan nikarin wî jî bigirin.”
 
‘Welat têk çûye’
 
Behîce Burcu jî bal kişand ser fature û kirê û wiha got: “Hertişt bê navber tê bihakirin. Gelo em xwe bigihînin kîjanê. Em nikarin nan bigirin. Gelo malbatek 10 nifûs wê çi bike. Kirê, fature û hewcedariyên din. Welat êdî têk çûye.  Krîzê bandorek mezin li ser betaliyê jî kiriye. Kes nikare ji bo xwe karekî peyda bike. Ji ber betaliyê zarokên me diçin gundan şivaniyê dikin. bi pereyê qezenc dikin jî du mehan em debarê dikin.”
 
 
‘Ez sebze bi graman digirim’
 
Kader Işik jî destnîşan kir ku li gorî berê ev du sal e krîza aborî pir giran bûye û got niha yeko yeko an jî bi graman xurek û sebze digirim û got: “Salek berê bi 50 TL diçûm bazarê. Qe nebû me çend kîlo tişt pê digirt. Niha bi 300 TL têm lê bi graman tiştan digirim. Em hatine asta ku nikarin tu tiştekî bigirin.”