Jinên bazarvan: Gel sebze û fêkiyê rizyayî digire

  • 09:05 9 Çile 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Esnafên bazarê ku encamên krîzê ji kurahî his dikin nikarin tiştekî bifroşin.  Bi qezenceke kêm nikarin deynê av, ceyran an jî nan bidin.
 
Barê butçeya ji şer re tê veqetandin li ser milê gel tê barkirin. 
 
Xizanî her diçe mezin dibe û herî zêde jî jin bi bandor dibin. Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de jin her diçin xizan dibin û bandora vê li mutbexan tê dîtin. Li dijî enflasyona salane ya ji sedî 137,55 a Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) mûçeyê herî kêm bû 8 hezar û 506 TL.  Li navçeya Baglar a Amedê jinên esnaf der barê krîzê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
Jinên li bazarê berheman difroşin diyar dikin ku krîza aborî gelê xizan hîn bêtir xizan kiriye, ji xwe re tezgahên biçûk vedikin û hewl didin debara xwe bikin.
 
‘Berbi êvarê tiştên rizyayî digirin’
 
Halîme Demîr a berhemên gund û nebatên hişk difroşe diyar kir ku jinên tên bazarê nikarin kîloyek tişt bigirin û wiha got: “Mirov xizanin. Her kes ji cihekî piştgiriyekê dipê. Gelek kes nikarin debara xwe bikin. Ji sebze bigirin heta fêkî her tişt biha ye. Ez jî nikarim tiştekî bigirim. Ji ber li bazarê me, dibînim ku jinên êvarê tên bazarê sebze û fêkiyê rizyayî digirin. Lê êdî nikarin wê jî bigirin. Jiyan pir zehmet bûye. 4 mehe lingên min diêşin nikarim randevuyê bigirim. Ez nikarim derman bibim. Ji ber pere pêwist e. Heqê rê biha ye. Her tişt biha ye.”
 
Ceyran, av û germbûn tune ye
 
Halîmeyê wiha dirêjî dayê: “Li Baglarê jiyana gel zehmet e. Kes nikare ji zarokên xwe re tiştekî bigire. Derfetê wan tune ne. Baglar di rewşeke xirab de ye. Ne ceyran, ne av û ne jî dikarin xurekê bigirin. Em nikarin sobeyê pêxînin. Kes xwedî li vî gelî dernakeve. Gel çawa dijî kes nizane. Kes rewşa wan nizane.  Ez ji vê re dibêjim ev zilm e. Ji sibehê de ye kesên ku bi 100 TL firotin nekirine jî hene. Heta êvarê runim 100 TL qezenca min çênabe. Nanek bûye 8 TL.”
 
‘Mafê Kurdan nadin’
 
Halîmeyê daxuyakirin ku bila ev krîz bidawî bibe û wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin ku aştî pêk bê. Bila mirov bibin yek. Bila nebin dijmin. Cudakariyê dikin. Neheqiyê li Kurdan dikin. Mafên wan nadin.”
 
‘Wek berê tişt nayê firotin’
 
Jina bi navê Sultan Akdmar a ji Wêranşar a Rihayê hatiye Amedê, îsota hişk ya hûrkirî aniye difroşe û bi vê debara xwe dike. Sultanê jî destnîşan kir ku wek berê firotanê nakin û wiha pê de çû: “100 TL dikeve destê me.Em bi wî 100 TL çi bigirin gelo. Em firingiyan bigirin, îsotê, bacanan an kartolan bigirin. Tu tiştek nayê girtin. Gel xizan e. Li Amedê dewlemend jî pirin. Lê xizan jî hene. Sala borî me kîlo bi 40 TL difrot.  Îsal bû 100 TL. Ew jî ji ber bihayê gubre her tişt biha bûye.  Tona gubre bûye 50 hezar TL.  Ez ji neçariyê vî karî dikim. Em nikarin lêçûnên xwe bigirin. Em ji ber bihabûnê nikarin nan bigirin. Nan bûye 8 TL. Tasek şorbe 20 TL, çay 2 TL. Ji bo cihê xwe jî em 50 TL didin.”