Bi karê dike hem debara xwe dike û hem jî jinên din fêr dike

  • 09:03 9 Çile 2023
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Şukran Okten ku li Silopyayê bi karê dirûtinê hem debara xwe dike û hem jî jinan fêrî dirûnkariyê dike, diyar kir ku divê jin bikaribin bi hêza xwe li ser piyên xwe bisekinin û xwe mihtacî tu kesî nekin.
 
Jinên ku li dijî krîza aborî têkoşînê didin, li dijî pergala mêrparêz her diçe berxwedana xwe mezintir dikin û di gelek qadên aborî û civakî de cihên xwe digirin. Yek ji wan jinan jî Şukran Okten(33) ku li navçeya Silopyaya Şirnexê, bi dikana dirûtinê ku vekiriye hem debara xwe dike, hem jinan fêrî dirûtinê dike û hewl dide ku li cihê karê xwe ji jinan e qada xebatê veke.  
 
‘Min xwest li ser piyên xwe bisekinim’
 
Sukran, daxuyand ku wê 2 sal berê dikana dirûtinê vekiriye û niha armanca wê mezinkirina dikanê ye û wiha behsa pêvajoya vekirina dikana xwe kir: “Karê dirûtinê demek dirêj bû bala min dikişand û tim di hişê min de bû. Pişt re çûm qûrsa dirûtinê û demek dirêj min perwerdehî dît. Piştî perwerdeyê êdî min li malê dest bi karê dirûnkariyê kir.  Lê belê tim di hişê min de vekirinek dikeke dirûnkariyê hebû. Bi vê fikra xwe re 2 sal berê min ev dikan vekir. Bêguman vekirina dikanêzehmet bû. Hem ji ber qeyrana aborî ku her diçe kûr dibe fikarên min hebûn û hjem jî di warê esnafiyê de bi fikar bûm ji ber ku esnafên jin gelek kêm in. Lê bi demê re baweriya min bi min hat û niha bi rêk û pêk karê xwe dimeşînim. Keda ku didim beranberê wê digirim û dizanim ku ji bo xwe tiştekî dikim. Ew jî hesteke gelek xweş bi min re çêdike û zêdetir bala min dibe ser karê min."
 
‘Jinên din jî bi xwe re perwerde dikim’
 
Şukran, diyar kir ku di heman demê de ew jinên din jî bi xwe re perwerde dike û got: “Gava jin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk tîne û li ser piyên xwe disekine hêza xwe dibîne û baweriya xwe bi xwe tîne. Ji ber wê min xwest ku jinên di malê de hatine askêkirin û nikarin debara xwe bikin jî hêzê bidim wan û ji bo wan cihê xebatê vekim. bi vê armancê ez perwerdeya dirûtinê didim jinan. Niha 12 şagirtên min hene û bi qasî ku ji destê min tê wan hînî dirûnkariyê dikim, ji bo ku mihtacî kesî nebin. Gelek jin ji bo ku hîn bibin serî li min didin lê ji ber ku dikana min biçûk e nikarim hemûyan bigirim. Lê heta ku ji dest min tê ez hewl didim zêdetir jinan perwerde bikim.”
 
 ‘Di vê jin xwe mihtacî tu kesî nekin’
 
Şukran, anî ziman ku esnafên herî zêde zehmetîyê dikşînin ên jin in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin esnafên jin zêde nînin. Ji ber ku tê xwestin jin hertim di hundirê malê de bimînin. Ez ji sibehê saet 7’an de têm heta êvarê dixebitim. Jin gelekî kedê didin. Divê keda jinê were diîtin. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin û mihtacî tu kesî nebin. Piştî ku li dikanê xebitîm, bi awayê erênî jiyana min guherî. Êdî dizanim çi bikim û li gorî wê jiyana xwe bi xwe rêve dibim.”