'Mûçeyê asgarî ne derman e'

  • 09:02 31 Kanûn 2022
  • Ked/Aborî
 
Gulistan Dursun 
 
STENBOL - Welatiyên Stenbolê diyar kirin ku mûçeyê asgarî yê desthilatdariyê diyar kiriye ne dermanê derdane û wiha got: “Ji 1’ê çile şûnde zem li ser zemê wê bê kirin. Wê dîsa destan de tiştek nemîne.”
 
Qeyrana aborî ya ji ber polîtîkayên şer yên AKP’ê roj bi roj giran dibe, rêjeyên enflasyonê jî her diçin zêde dibin. Butçeya 2023’yan ji meclîsê derbas bû û dîsa ji bo jinan, gel, kedkar û karkeran butçe nehat veqetandin. Ji bo Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) îsal 182 mîlyon û 770 mîlyon û 968 hezar TL hat veqetandin û karker jî mahkûmê 8 hezar û 500 TL kirin.
 
Mûçeyê asgarî yê hatiye diyarkirin ruyê welatiyan nekenand û der barê zemên ku sala nû de bên kirin de bi fikarin. Me ji welatiyan mûçeyê asgarî û krîza aborî pirsî.
 
Bi mûçeyê pîrbûnê 385 TL fatûra ceyranê dide
 
Jina bi navê Rahîme Akkaya ya 87 salî bi mûçeyê pîrbûnê debarê dike, ji ber tenduristî û dermanan pere têr nake. Rahîmeyê diyar kir ku ji çavên xwe emelyet bûye û divê berçavkek nû bigire û wiha axaftina xwe domand: “Tenê camek berçav 850 TL ye. Gaza min tune. Ez sobeyek ceyranê ya biçûk bikar tînim. Ez ceyranê bi îdare bikar tînim lê dîsa jî 385 TL fatûra ceyranê hat. Li gorî berê her tişt biha bûye. Berê rewş hinek baş bû. Hinek erzanî hebû. Lê niha rewş gelek xerabe.”
 
‘Çareserî guhertina desthilatdariyê ye’
 
Jina bi navê Esma Armutlu ya teqawîte jî destnîşan kir ku mûçeyê asgarî ya hatiye diyarkirin kême û divê herî kêm 10-12 hezar bûna û wiha anî ziman: “Rewşa welat li gorî salên borî her diçe xera dibe. Ji bo gel tu tiştek tune. Desthilatdarî ji bo şaredariya Stenbolê bigire dest her tiştî dike. Av hatin birîn, hewl didin bigirin dest. Mûçeyê asgarî kême û herî zêde jî jê jin bandor dibin. Li ku tiştek erzan hebe em diçin wir. 
Çareserî guhertina desthilatdariyê ye.”
 
‘Em hema dijîn’
Mamosteya betal Nurcîhan Dogan jî bertekên xwe wiha nîşanda: “Mûçeyê asgarî hat aşkerakirin lê bi tu awayî kêrî tiştekî nake. Gelek deynê min heye û nikarin yekî jî bidim. Înterneta min telefona min hemû girtî ne. Em hema wisa ji xwe re dijîn. Ez di beşa xwe de li kar digerim lê nabînim. Ji ber kes li pişta me tune em betal in. Min perwerde dîtiye lê heqeretê li mirovan dikin. Yên mûçeyê asgarî digirin nikarin debara xwe bikin. Ji her tiştî birin. Ji sotemenî, ji cil û bergan, ji mutbexa xwe dibirin. Ev tiştekî gelek xerabe. Ev azadiya mirovan xera dike. Divê li vî welatî edelet û maf hebin. Ji vir şûnde hatina edeletê jî zehmete. Tişta bişkê wisa hema rast nabe. Divê gelek tişt biguhertin. Ji 1’ê çile şûnde wê li ser hev zem bên kirin.”
 
‘Em marketên ku biha dixînin dişopînin’
 
Havva Uykan ya teqawît jî diyar kir ku bi mûçeyê asgarî debare zehmete û tevî xanî ne kirêye jî zehmetiyan dikşînin. Havvayê wiha berdewam kir: “Berê jî hevjînê min bi mûçeyê asgarî dixebitî. Lê me debara xwe dikir. Du zarokên min hene. Me debara xwe dikir. Her tişt wisa ne biha bû. Niha em li marketan dişopînin û li bendê daketina bihane. Êdî mûçeyê asgarî têr nake. Hêvî nemaye.”
 
‘Ez pêşerojê nabînim’
Xwendekar Tuana Tokmak jî bertekên xwe nîşan da û ev tiştan got: “Ji bo ciwanan pêşeroj tune. Divê desthilatdarî ciwanan fêm bike û guhdar bike. Mûçeyê asgarî kême. Xwendekar zehmetiyên mezin dikişînin. Ji bo veguhestinê zema nû hat kirin. Yên li cihên dur dixwînin gelo wê çawa biçin dibistanê û bên. Ez carna ji ber heqê riya min tune naçim dibistanê.”
Ez bi 500 TL debarê dikim
 
Jina bi navê Hanîfe Kurnaz ku ji ber nexweşiyan dikare bixebite wiha nêrînê xwe anî ziman: “Hûn rewşa welat dibînin. Her tişt bihaye. Em zehmetiyên mezin dikişînin. Şaredariya Stenbolê qerteke 500 TL alîkarî daye min. Ez bi wê debarê dikim.”