Bertek nîşanî qeyrana aborî dan: Bi kevçî didin û bi çoçikê distînin

  • 09:03 21 Kanûn 2022
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin
 
AMED - Welatiyan bertek nîşanî qeyrana aboriyê dan û gotin: "Êdî em destvala diçîn mala xwe. Em nikarin danûstandinê bikin û fatureyên xwe bidin. Îqtîdar bi kevçî dide û bi çoçikê distîne." 
 
Polîtîkayên taybet ên şer bandora xwe li tevahiya jiyanê dike. Bi taybetî jî bandorê li aboriya civakê dike. Li Kurdistan û Tirkiyeyê êdî welatî nikarin danûstandina xwe ya rojane ji ber bûhabûnê bikin. Welatiyên ku tên Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê danûstandinê dikin û her wiha jinên ku li bazarê esnaftiyê dikin ji qeyrana aboriyê bi gazinc in. Jinan gilî û gazincên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Em her zirarê dikin' 
 
Leyla Kalkan (43) a ku li bazarê esnaftiyê dike, anî ziman ku ew 5 sal in firotina hêk û nanê sêlê dike û wiha got: “Lê nayê firotin. Ji ber her tişt bûhaye kes nikare bistîne. Em serê sibehê zû tên li vê derê heta êvarê vala disekinin. Kar nîne. Dema ku min nû dest bi kar kir karê min baş bû. Lê niha nebaş e. Ji bo ku ez debara mala xwe bikim li ser piyên xwe bisekinim min dest bi vî karî kir. Lê ez nikarim kar bikim. Tu qezenca min çênabe. Em arvan distînin 950 TL ye. Lê ez nanê sêlê tînim li vir 10-12 TL yan difroşim. Kar a vê ji min re çiye? Em niha di zirarê de ne. Em dikin ku dikana xwe bigirin. Em poşetan dikirin 30 TL, heqê neqliye û yên dinê didin. Lê ji min re tiştekî namîne. Dema ku min nû dest bi vê karê kir koliya hêkan 8-10 TL. bû. Lê niha hindik maye ku bibe 100 TL. Gel jî di nava rewşekî zor û zehmet de ye. Pere nîne ku werin danûstandinê bikin. Em nikarin bifroşin, ne ew dikarin bikirin. Her çiqasî mûçeya herî kêm zêde dibe ew zêdetir tiştan bûha dikin. Bila ne mûçeya herî kêm zêde bikin, ne jî tiştan buhabikin. Ma milet bi mûçeya herî kêm dixebite? Na.”
 
‘Bi kevçî dide û çoçikê digire’
 
Leyla, destnîşan kir ku qezenca ku li bazarê dest dixe, bi zorê fatûre û kirêya malê dide û got jiyan ji bo wê gelek zehmet bûye. Leyla, wiha domand: “Fatûraya ceyrana me wê rojê 450 TL hat. Em nizanin ku çawa bikin. Ji xwe danûstandina mixtebê zêde ye. Qezenca min a li vir têra li wir nake. Qezenca ku em rojê bi dest dixim, dikarim tenê danûstandina malê bikim. Kesên ku vê şerê dane destpêkirin, bila ji vê qeyranê re jî çareseriyekê bibînin. Par dîsa rewş baş bû. Lê îsal rewş gelek xirap e. Ev milet dê çawa bike? Ne kar heye û ne jî dikarin debara xwe bikin. Kar nîne milet bixebite. Herî zêde ji qeyranê jin bi bandor bûn. Ji ber ku jin hem li derve û hem jî li malê dixebitin. Karê jinan rastî jî gelek zehmet e. Em çareseriyê dixwazin. Rewşa me roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe. Gelek esnaf ji ber qeyranê dikana xwe girtin. Em arvan û alavên dinê bi krediyê distînin. Lê em nikarin vê krediyê bidin jî. Bi kevçî dide û çoçikê digire.”     
 
‘Dahat nîne, lê lêçûn zêdeye’
 
Fîkriye Kilici (50) ya ku li bazara jinê de danûstandinê dike, bi lêv kir ku dema tên bazarê nikarin tiştekî bikirin û hemû tişt buha ye. Fîkriye, wiha pê de çû: “Bi 100 TL, tiştek nayê kirîn. Tenê min koliyek hêk kirî û ez nikarim tiştekî din bikirim. Hemû tişt bûha ye. Em nikarin bikirin. Her hefteyê ez têm û dibînim ku her tişt gelek bûha bûye. Her hefteyê buhaya tiştan diguhere. Berê em dihatin bazarê me bi 100 TL. hemû hewcedariyên xwe pê dikir. Lê niha tiştek nayê kirîn. Hevjînê min teqawît bûye û mehê 3 hezar TL digire. Lê em nikarin pê debara xwe bikin. Fatureya gaza xwezayî ya vê mehê hezar TL hat. Her roja ku em çavên xwe vedikin tişt bûha dibin. Dahat nîne, lê lêçûn zêdeye.”
 
‘Qeyran bandorê li kesên xizan dike' 
 
Fîkriye, daxuyand ku fatûrayên ceyran, gaza xwezayî, av û kire gelek zêdene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Danûstandina mixbexê jî gelek zêde ye. Kesên ku welat bi rêve dibin dibêjin qeyran nîne. Lê belê herî zêde gel vê qeyranê bi bandor dibin. Kesên ku rewşa wan başe elbet qeyran bandorê li wan bandorê nake. Qeyran bandorê kesên xizan dike. Kesê ku qezenca wê tunebe dê çawa debara xwe bike. Jiyan gelek zehmet bûye."
 
‘Bi destên vala vedigerim malê’
 
Şukriye Mizrakli (48) jî ku li bazarê karê firotina tiştên tûhafiyeyê dike, diyar kir ku ew sê sal in vê karê dike û got îsal karê wan zêde ne başe. Şukriye, wiha behs kir: “Havînê ji xwe karê me tuneye. Zivistanê jî karê me gelek kêm e. Piştî 3 mehan şûnde ez carekedin derketim bazarê û dest bi karê xwe dikim. Saet niha dora 14.00’an e lê belê min heta niha tenê 100 TL qezenç kir. Ez ê vê jî êvarê bidim naqliyeyê û bi destên vala êvarê vegerim malê. Ji ber hemû tişt gelek bûha ye kes nikare were danûstandinê bike.”
 
‘Şerê Ûkrayna û Rûsyayê çima bandorê li me dike?'
 
Şukriye, destnîşan kir ku fiyatên her tiştî gelek bûhaye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi kê re diaxivî dibêje pereyê me nîne û em nikarin debara xwe bikin. Kirê xaniyan bûye 4-5 mîlyaran. Ger ku 15-20 mîlyar nakeve nava mala malbatekî wê demê ew malbat nikare debara xwe bike. Em hêvî dikin baştir be. Serê salê çawa ji asgerî ucret re zam tê, her wiha ji her tiştê re jî zam tê. Pêşiya niha jî Sûriyê şerekê hebû, lê fiyat ev qas bûha nebûbû. Çima şerê Ûkrayna û Rûstayê ev qas bandorê li me dike? Ez bawer nakim ku gelên Ûkraynayê ev qas zehmetiyê dikişînin. Em ne di nava wê şerê de ne. Lê zehmetiya herî mezin em dikişînin. Her wiha herî zêde jin ji vê qeyranê bandor dibin.”