Hatîce li Gundikê Melî bi karê xwe hêzê dide jinan

  • 09:03 21 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Hatîce Înal li Gundikê Melî bi şixulandina firinê debara xwe dike û zarokên xwe pê xwedî dike. Hatîceyê ku bi karê xwe li bajarokê bûye mînak, bi hewldana xwe hişmendiya ku jin nikare kar bike guhert. Ji bo Hatîceyê xwestek girîng e û got: "Dema jin bixwaze dikare bi ser keve." 
 
Her jinek serpêhatiyek wê heye. Bi serpêhatiyên xwe ji gelek jinan re dibin hêz û mînak. Yek jî wan Hatîce Înal a 37 salî ye. Hatîce li bajaroka Gundikê Melî ya Şirnexê dijî. Hatîce 7 sal in firinek dide şixulandin û pê debara xwe dike û 6 zarokên xwe xwedî dike.
 
Hatîce bi eslê xwe ji Gundikê Melî ye, ji zarokatiyê heta vê temenê xwe her tim xebitiye. Hatîce di 19 saliya xwe de bi zora malbatê tê zewicandin. Piştî ku dizewice berpirsyarî, kar û barên wê zêde dibin. Hatîce 6 zarok tîne dinê. Ji bo wê bêtir jiyan zehmet dibe, lê tu carî hêviya xwe ji jiyanê nabire. Hatîce ji bo debara xwe bike, cara ewilî li mala xwe dezgeha xwe vedike û dest bi çêkirina beqlaweyan dike. Hatîce beqlewayên ku çêdikir difirot û pê debara xwe dikir. 
 
Ji xwe re cihê firinê vekir
 
Hatîce, li aliyek karê malê dike û aliyek jî beqleweyan çêdike. Hatîce wiha rewşa xwe anî ziman: "Du tiliyên destê hevjînê min nîne, ji ber vê jî nikare her karî bike. Ligel çêkirina beqleweyan min dest bi çêkirina qehweya kizwanan jî kir. Lê piştî demekî êdî bi çêkirina beqleweyan debar nedibû. Êdî zarok mezin dibûn, diçû dibistanê û hewcedariyên wan zêdetir dibûn. Ji ber vê min biryar da ku ez karê xwe êdî ne li malê li derve bikim. Bo wê yekê min firinek vekir." 
 
‘Min hişmendiya heyî têk bîr' 
 
Hatîce, wiha behsa vekirina firinê kir: "Ev bû 7 sal ez vî karî dikim û nan dipêjim. Ez pê debara xwe dikim. Min bi helwesta xwe hişmendiya heyî jî têk bîr. Ji ber ku karê firinê wek karê mêran dihat dîtin. Ez ji bo zarokên xwe bi keda destê xwe dixebitim. Ez li malê jî dixebitim. Ez bi karê xwe serbilind im  û li ser piyê xwe disekînim. Her wiha kesên ku tên firinê jî kêyfxweşiya xwe tînin ziman. Belê jiyan zehmet e lê jin dikarin li dijî her cûreyên zehmetiyan bi ser kevin."
 
‘Karekî zehmete’
 
Hatîce, destnîşan kir ku karê firinê jî wekî hemû karên dinê gelek zehmete û wiha behs dike: “Bi rastî jî ev kar gelek zehmete. Serê sibehê saet 03.00’an de radibim û têm firinê. Ez piştî hevîr dikim nanê xwe dipêjim. Ez heta saet 18.00'an li vir dixebitim. Dema diçim malê jî ji bo zarokên xwe xwarinê çêdikim û karê malê dikim. Hem li malê û hem jî li derve dixebitim." 
 
'Ar û dar buhabûn' 
 
Hatîce, diyar kir ku qeyrana aboriyê bandorek mezin li wê jî kiriye û wiha dom kir: “Her wiha ev qeyrana aboriyê bandorê li min jî kir. Ez ar, dar û hemû tiştên dinê bi diravê dikirim. Lê ji ber ku bihayê wan gelek giran bûye em nikarin wek berê zêde bikirin û gel jî nikare nan bistîne. Ji ber vê qeyranê em jî ketin nav tengasiyê. Lê ji neçariyê dîsa têm nanê xwe dipijînim. Ji ber ku divê ez debara xwe bikim. Lê dîsa jî têr nake. Em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Em gelek zêde dikevin zirarê. Piştî buhabûnê firotina nan jî kêm bû. Ji bo ku debara xwe wek karek alternatîf min dest bi çêkirina qehwa kizwanan kir.”
 
'Darên me yên kizwanan hatin şewitandin' 
 
Hatîce, bi lêv kir ku ji bo debara xwe bikin wek alternatîf karê çêkirina qehwa kizwanan dike û ev tiştan got: “Ez kizwazên xwe tînim davêjim firinê, diqelînim. Piştre wan dibim dikim makîneyê. Ez bi kizwanê qehwe, sabûn û rûn çêdikim. Her wiha bi rûnê kizwanan merhemê jî çêdikim û wan jî difroşim. Em kizwanan dikirin. Îsal hemû darên me yên kizwanan yên li Çiyayê Cûdî hatin şewitandin û birîn. Îsal kizwan gelek kêm bûn.”
 
Hatîce, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim jin mihtacê mêran nebin. Divê jin bi kar û barê xwe serbilind bin. Jin dikarin her cure karê bikin. Ji ber vê yekê bila nebêjin ez nikarim."