Mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin' dest pê kir

  • 13:47 18 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
AMED - Mîtînga KESK'ê ya bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kir. 
 
Bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) îro li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” mitîngek tê lidarxistin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Partiya Sosyalîsta Bindestan (ESP), Partiya Kedkaran a Tirkiyê (TÎP), Partiya Mirovên Azad (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdîstanê (KKP), Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya bajarê Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad(TJA), partiyên siyasî û rêxistinên bajarên herêmê yên weke Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Êlih Meletî, Dîlok, Semsûr, Şirnex û Colêmêrgê jî beşdarî mîtîngê dibin. 
 
Di qada mîtîngê de girsê pankartên wekî “Divê budçeya wekhev bê sepandin", “Ji xizaniyê re na, bûdçeyek wekhev dixwazin”, “Em nikarin debara xwe bikin” vekirin. Her wiha dirûşmên wekî "Bijî têkoşîna me ya bi rûmet”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Heq, hiqûq û edalet wê bi berxwedanê pêk were” tê berzkirin. 
 
Girseya ku xwest bi meşê biçe qadê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Ligel astengiyan meşa girseyê pêk hat.