DEV TEKSTÎL: Li Dîlokê karker bi vîrûsê re rûbirû hatin hiştin

  • 14:42 15 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
DÎLOK - Derbarê rewşa tenduristiya karkeran de Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger, daxuyaniyek dan û gotin: "Li Dîlokê di fabrîqeya tekstîlê de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketine. Divê demildest fabrîqeyan bixin bin karatînayê û destûra bi meaş ji bo karkeran bê dayîn.”
 
Nûnertiya Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger a Çûkûrava (DEV TEKSTÎL) derbarê karkerên li fabrîqeyên Herêma Pîşesazî Organîzê ya Dîlokê bi vîrûsa korona (Covîd-19) ketin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li gorî jimarên fermî, li vê herêmê di 49 fabrîqeyan de bûyerên vîrûsa koronayê hatine tespît kirin û wiha hat gotin: “Di fabrîqeyên OSB’ê de bi giştî 118 karker bi vîrûsê ketine û tenê di kargehê de 29 bûyer hatin tespîtkirin. Di van fabrîqeyan de bi deh hezaran karker bi şewba vîrûsa koronayê re rû bi rû hatine hiştin. Di kargehan de karker neçarî kar tên kirin. Şewb li karkeran belav bûye û hemû kesî tehdît dike. Ev pirsgirêk êdî bûye pirsgirêkek civakî.”
 
'Karker bi awayekê qaçax dixebitin'
 
Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kir ku karkerên li Dîlokê tenê bi talûkeya vîrûsê re ne rûbirû ne û wiha hat domandin: “Karkerên ji Diravdana Xebata Kurt (KÇO) sûdê digirin, di heman demê de dixebitin. Ev karker bi awayekê qaçax di fabrîqeyan de tên xebitandin. Ew jî ji ber ku meaşê digirin têra wan nake, neçarin ku bixebitin. Yanî jiyana karkeran fedayî qezenca patronan hatiye kirin. Divê neyê ji bîr kirin ku di pêvajoyên wiha de, tenduristiya karkeran di heman demê de tenduristiya civakê ye. Tavilê divê fabrîqeyan bixin bin karatînayê û destûra bi meaş ji bo karkeran bê dayîn.”