‘Normalbûn ne ji bo karkeran ji bo berjwendiya sermayeyê ye’

  • 09:19 15 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Melike Aydin
 
STENBOL - Ji Dev Turîzm Îş’ê Kezban Konukçu diyar kir ku nermkirina qedexeyên li bajarên mezin yên ji ber vîrusê, ji bo berjewendiya sermayê hatiye kirin û banga rêxistinbûnê li karkeran kir.
 
Ji ber vîrusa korona qedexeyên dawiya hefteyan û betlanên fermî yên 30 bajarên mezin û Zonkuldakê û her wiha ketin û derketin hatin qedexekirin. Ewil ketin û derketinên bajarên di alî turîzmê de balê dikşînin yên wekê Antalya, Erzirom, Hatay, Meletî, Mersîn û Muglayê hatin rehetkirin. Pispora Hîndekariyê ya Sendîkaya Karkerên Turîzmê ya Şoreşger (Dev Turîzm Îş) Kezban Konukçu diyar kir ku di sektora turîzmê de 3 mîlyon û nîv kes betal mane û der barê rewşê de nirxandin kir.
 
‘Ji bo berjewendiyên sermayê qedexe tê rakirin’
 
Kezbanê got biryarên normalbûnê yên li Tirkiye û cîhanê, ji bo sermayê tên girtin û got: “Dawiya hefteyan û rojên diyarkirî qedexeya derketina kolanê heye lê mixabin karker bi destura taybet tên xebitandin. Ev jî ji bo parastina sermayê ye. Nermkirina ketin û derketinên bajaran jî bi armanca parastina turîzm û aboriyê ye.”
 
‘Ji 4 mîlyon karkerî mîlyonek qeydkiriye’
 
Kezbanê destnîşan kir ku li derveyê sezonê mîlyonek, di sezonê de jî bi karkerên ne qeydkirî re 4 mîlyon kes di vê sektorê de dixebitin û ji 4 mîlyon karkerî tenê mîlyonek û nîv penaber û mîlyonek û nîv jî karkerên demsalî ne. Kezbanê wiha got: “Li Tirkiyeyê di rêjeya sendîkayîbûnê de ji nav karkerên qeydkirî de ji sedî 3.98 û dema bê qeydbin jî ev zêdetir dibe. Yek ji sektorên herî bê rêxistin yek jî sektora turîzmê ye û  ya din jî înşat e. Karkeriya stajyer jî tê wateya ku karkeriya zarokan bi awayekî qeydkirî tê kirin.”
 
‘Jin wek karker nabînin’
 
Kezbanê bi lêv kir ku dewlet hejmara karkerên sendîkayî li gor zayendî aşkera dike û daneyên fermî tune ne û got: “Pirsgirêka herî girîn jî karkerên demsalî xwe ewek karker nanirxînin. Ji bo ev çareser bibe jî divê zîhniyeta sendîkal bê guhertin. Bi taybet em di rêxistinbûna jinan de pisgirêkan dijîn. Em bandora zîhniyeta serdest di vir de jî dibînin.”
 
‘Normalbûn ji rêxistinên pişeyî û sendîkayan nepirsîn’
 
Kezbanê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê di normalbûnê de pêlên duyem û sêyem jî bikirana hesabê û got: “Gelo rêxistinên pişeyî û sendîka çiqas di nav de bûn? Ji kesî nepirsîn ku ‘gelo wê çawa normal bibe?’Em vê pêvajoyê ji bo tenduristiya mirovan bi xeter dibînin.”