KESK: Ji bo kara xwe karker û kedkaran dişînin mirinê!

  • 13:38 13 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
ENQERE - Bi wesîleya 6'emîn salvegera Komkujiya Somayê de KESK’ê daxuyaniyek da û got: "Çawa ku me rastiya vê pergalê li Somayê dît îro jî di pêvajoya koronayê de em rastiya vê pergalê dibînin. Ev pergal ji bo kara xwe karker û kedkaran dişîne mirinê."
 
Di têkildarî salvegera 6’emîn a Komkujiya Somayê de Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qûrbaniyên Somayê hatin bibîranîn.
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Îro ji bo ku ‘çerx bizivirin’ bi sed hezaran karker di vê şewba koronayê de jî dişînin mirinê. Çawa ku 6 sal berê tedbîrê ewlehiya canê karkeran nehat girtin îro jî tedbîrên ji bo karkeran nayên girtin û bêewle tên xebitandin. 
 
Li ber çavan komkujiyek pêk hat û 301 birayên me karker jiyana xwe ji dest dan. Êşa komkujiya Somayê hêj taze ye. Li welatê me hiqûq jî têk çûye. Berpirsiyar û kiryaran ceza nekirin û cezayên wek xelatê ji bo wan hat dayîn. Kiryaran hesab neda. 
 
Çawa ku me rastiya vê pergalê li Somayê dît îro jî di pêvajoya koronayê de em rastiya vê pergalê dibînin. Ev pergal ji bo hin bêtir kara xwe karker û kedkaran dişîne mirinê. Pergalek zalim e. Ketiye derde xwe. Ev pergal li Somayê û di wîjdan û ehlaq de di bin bobelatê de maye. 
 
Ji ber nêzîkatiya vê pergalê û zîhniyeta ku wê li ser pêya digire Tirkiye bûye welatê cînayeta karkeran. Nejibîrkirina Komkujiya Somayê wezîfeya me hemûyan e. Em ê di warê hiqûqî, polîtîk, ekonomîk û ehlaqî de zû an jî dereng hesabê Somayê ji vê pergala têkçûyî bixwazin.”