Gonul Erden: Der barê normalbûnê de fikarên me hene

  • 09:21 8 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku pakêta normalbûnê ya bi fikarên aborî hatiye aşkerakirin, wan dike fikaran û got: “Gotinên ‘vîrus ket bin kontorlê’ dibe sedema rehetiyek mezin. Yanî daketina rêjeyê nayê wateya ku vîrus xistine bin kontrolê.”
 
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, rojek berê pakêta normalbûnê ya li dijî vîrusê wê bikin jiyanê aşkera kir. Li gorî pakêtê wê di 11’ê Gulanê de AVM, navendên xweşikbûn û kuafor bên vekirin. Piştî gotinên normalbûnê di rojekê de jî hejmara bûyeran zêde bû.
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Erden mijar nirxand û got heta niha der barê vîrusê de gelek nirxandin hatin kirin lê bi Lijneya Zanistê re nirxandinek giştî nehatiye kirin û got: “Piştî civînên tên kirin, serokomar daxuyaniyê dide. Xwezî me nirxandineke giştî ji Lijneya Giştî bibîhista. Der barê pakêta normalbûnê de ji endamên Lijneya Zanistê nêrînê cuda hat girtin, lê mixabin ev têr nake.”
 
‘Bi geşedanên rojane û refleksan hewl didin çareseriyê pêk bînin’
 
Gonulê destnîşan kir ku ji destpêkê de stratejiyeke giştî ya hikûmetê û wezareta tenduristiyê der barê covîd-19 de tunebû û got: “Mixabin hikûmet hewl dide ku bi geşedanên rojane û refleksan çareseriyan pêk bîne. Ji ber stratejiyeke esas tune divê mijarê de jî wê zêdetir pirsgirêk bên jiyîn. Di mijara tedbîran de me pêkanînên demkurt dît. Lê me ji serî de got ku divê hilberîn bê sekinandin, karker û kedkar derkevin destura bipere. Lê mixabin karker neçar man li fabrîkayan bixebitin. Vîrus mixabin ji pergala kapîtalîzmê cudatir nikare bê nirxandin. Sedema vê vîrusê jî ev pergal e. Heta ev pergal hebe jî xuyaye ev vîrus wê neqede. Têkoşîna li dijî vîrusê tê dayîn, tê wateya ku li dijî pergalê têdkoşîn tê dayîn. Pergala kapîtalîst wê berjewendiya xwe bixwaze. Îro jî em dibînin ku otorîteriya rejîman zêdetir bûye. Ev jî di civakê de bi tirsa vîrusê, daxwaz tê hilberandin.”
 
‘Divê rîsk bên nîqaşkirin’
 
Gonulê bi lêv kir ku di rêjeya mirin û zêdebûna testên pozîtîf de ketine heye û got: “Vê bêguman kedkarên tenduristiyê kêfxweş kiriye. Armanca kedkarên tenduristiyê eve ku nexweşî j holê rabe. Bikin bin kontrolê. Ketine heye lê ev nayê wateya ku vîrus ketiye bin kontrolê. Divê rîsk bên nîqaşkirin.”
 
‘Fikarên me hene’
 
Gonulê da zanîn ku testa PCR tenê têr nake, gelek kes testa wan ya PCR negatîf derketiye lê di tomografî û klînîkan de pozîtîf hatiye dîtin û wiha pê de çû: “Lijneya Zanistê jî bixwe dibêje ‘evqas din bûyer hene’. Ev jî nîşan dide ku hejmar ji vê pir zêdetire. Ji ber vê fikarên me yên der barê normalbûnê de hene. Ev rehetî wê mixabin bibe sedema zêdetir belavbûnê. Ev gotin bi rîsk in. Mînak lig elek welatan piştî pêngavên normalbûnê vîrus belav bû.”