‘Divê hikumet piştgiriyê bide cotkaran’

  • 09:01 6 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
 
 
 
Medya Uren - Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Gulsum Demîr a li gundê Qaralar girêdayî bajarê Semsûrê çandiniyê dike diyar kir ku bi şewba vîrûsê re ew ê zerarê bikin û wiha got: “Gelek kes bi çandiniyê debara xwe dikin lê mixabin ji bo cotkaran tu pişgirî nayê dayîn. Bi şewba vîrûsê re wê karkerên zeviyan çi bikin ango em ê çawa bikin em qet nizanin. Divê ji bo cotkaran pişgirî bê dayîn.”
 
Belavbûna şewba koronoyê (COVİD-19) li Tirkiyê bu sedema wendahiyên mezin. Di aliyê tendirustî, civakî û di aliyê aborî de bu sedema qeyranên mezin. Bi taybet ji jiyana karkerên demsalî di bin xeterê de ye. Cotkar û xwediyên zeviyan ji bi tirsa ku wê bi zerarek mezin re rûbirû bimînin dijîn.  Gulsum Demîr jî ku li gundê Qaralar ê navçeya Besnî ya Semsûrê bi kare çandiniyê re mijûl dibe, metirsiya xwe ya di vî derbarî de parvekir û got divê ji bo cotkaran piştevanî bê dayîn.
 
‘Divê jin xwedî li keda xwe derbikevin’
 
Gulsuma ku dayika 2 zarokan e û li Dîlokê rûdinê heta niha li gel çandiniyê bi karên cuda ên weke siyasetê re ji mijûl buye, di gelek rêxistinên sivîl de ji cîh girtiye. Lê wê herdem ji bo çandinî û temaşekirina zeviyên xwe dem diveqetandiye. Wê bi hevjînê xwe re li ser erdekî 180 donimî zêdetir cotkariya fistiq, tirî, zeytun û ceh  dikin. Gulsumê got ku jin bi axê re girêdayî ne. Ji fêrbûnê zêdetir ax wan ber bi xwe ve dikişine û diyar kir ku karekî pîroz dikin. 
 
Gulsum wiha berdewam kir: “Hîna roj dernekeve ez şiyar dibim. Dibe ku karek zor be, lê tim tevir û bêra min di destê min de ye. Ez eşêfê dikim, caran jî bi traktore kar dikim. Ji dervey vê ji karê malê di nav de ez bi gelek karên din re ji mijûl dibim. Jin mîna ku 10 destên wan hene kar didin meşandin. Ji ber wê yekê ji karê wan pîroz e.  Ez tenê mînakek biçûk im. Jin bixwaze dikare bike û dikare di her karî de bi ser bikeve. Aborî, sîyaset û gelek karên din ji destê jinê hatine standin û azadiya jinê hatiye binpêkirin. Lê divê were zanîn ku jin di van qadan de pisporin. Ji ber ku hilberîn karê wê ye. Di roja îro de bi şewba vîrûsê re jî di serî de êriş li ser keda jinê pêk hat. Deskeftiyên jinan ji destê wan tên girtin. Divê em jin destûrê nedin vê yekê. Ji bo mafê xwe divê em li  berxwe bidin. Desteserkirna keda me wê bibe şewba herî mezin.”
 
‘Qeyranên mezintir li benda me ne’
 
Gulsumê da diyarkirin ku her roj bi qasî 15 karkeran di nava zeviya wan  de kar dikirin û got ku ev zevî dibe cihê debara  gelek karkerênn demsalî. Gulsum bal kişand ser şewba vîrûsê jî û wiha got: “Îsal bi şewba koronayê re guherînên mezin pêk hatin, bi taybet ji di aliyê aborî de. Erdên me ên ku dibûn cihê debarê em ê  îsal li van erdan çawa heman karî birêve bibin em nizanin. Ji komkirina fisteqan re kêm maye. Heta wê demê ji vîrûsa koronoyê bi bandor be em ê çawa karkeran bidin xebitandin em nizanin. Zêdetirîn şêniya vî welatî debara xwe bi çandiniyê dikin. Ji ber rewşa aborî pêwîste piştgiriyeke mezin ji cotkaran re were dayîn. Di rewşên wiha awarte rewşa cotkaran li ber çav bê girtin. Lewra ji bo cotkaran projeyên çareserker hîna neketine meriyetê.  Bihabûna mazotê jî vê dide aşkerakirin. Gelek caran em ji kare ku dikin zerarê dikin. Vê carê diyare ku qeyranek mezintir li pêşiya me ye. Hêvîdar im ku hikûmet van qeyranan çareser bike.”