'Jin di rojên zehmet de zêdetir kedê didin lê keda wan nayê dîtin'

  • 09:13 2 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Suna Unal ya ji ber vîrusê hevjînê wê naxebite, bi barê li malê re berpirsyariya aborî jî girt ser xwe. Sunayê li bazarê tezgah vekir û rîçala ku bi fîkiyên bixwe gîhandiye çêkiriye, difroşe û pê debara xwe dike. Sunayê got jin rojên zehmet de zêdetir kedê didin û keda wan nayê dîtin.
 
Li Tirkiyeyê demek dirêje vîrusa korona belav dibe û piştî vîrusê welatî di alî debarê de zehmetiyan dikşînin. Ji ber vîrusê gelek kargeh hatin girtin û bi hezaran mirov betal man. Di her pêvajoyên krîzê de dîsa yên barê herî giran dikeve ser milê wan jin. Jin hem li malê berpirsyariyê digirin û li aliyê din jî hewl didin debara malê bikin. Suna Unal jî yek ji van jinane û di vê pêvajoyê de têkoşîna jiyanê dide.
 
Berhemên xweş û ji bo tenduristiyê baş
 
Suna li taxa Şakîrpaşa a Seyhana Edenê dijî. Sunayê li bazarê tezgah vekiriye û pê debara xwe dike. Sunayê wiha got: “Li Nîgdeyê em li baxçeyên xwe fêkiyan diçînin û ez bi van fêkiyan rîçalan çêdikim. Ji mişmiş, xox, gilyas û sêvan rîçalê çêdikirim û dîsa fêkiyên hişk û terhaneyê çêdikim. Karekî zehmet e. Em hemûyan yek bi yek paqij dikin. Hemû berhemên keda destê min e. Ya girîng jî ji bo tenduristiyê gelek baş e. Di berhemên fabrîkayan de madeyên bi zirar hene. Ev jî zirarê dide tenduristiya mirovan. Bihayê wan jî kêm e lê dîsa jî welatî biha dibînin.”
 
‘Ji destpêka vîrusê de ez li bazarê me’
 
Sunayê destnîşan kir ku bi vîrusê re di alî aborî de pirsgirêkan dijîn û got: “Hevjînê min nikare biçe kar. Zarokek min heye. Jê re kinc, mama  pêwis te. Nan pêwiste. Xaniyê min kirê ye. Divê em hewcedariyên xwe pêk bînin. Ez jî niha vê dikim. Ji destpêka vîrusê de ez wisa diçim bazarê. Xesuya min ji berê de ye li Nîgdeyê vî karî dike. Piştî hevjînê min betal ma, min jî biryar da ku ez vî karî bikim.”
 
‘Divê rayedar demildest tiştekî bikin’
 
Sunayê daxuyakirin ku aboriya Tirkiyeyê bi vîrusê re gelek xerab bû û mirov her diçin zehmetiyan dikşînin û got: “Divê rayedar demildest tiştekî bikin. Li bazar û marketan her tişt bihaye. Mirov perîşan bûne. Ez jî yek ji wan im. Firingî 5 TL, îsot 8 TL, balcan 5 TL ye. Em nikarin kîloyek tiştek ji xwe re bigirin. Divê rayedar demildest çareyekê bibînin.”
 
Sunayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku biqasî jinbûn xweşe, zehmete jî û wiha dawî lê anî: “Li vî welatî mafê jinê tüne ye. Jin bi rastî hilberîner û kedkar in. Lê mixabin keda wan nayê dîtin. Di van rojên zehmet de jî jin dikevin dewrê. Lê rêzdarî li hember jinan tüne ye. Divê jin tu car li destê mêran nenêrin û hêza xwe bizanibin.”