Koçerên Silopiyê ji bo çûyîna zozanan dest bi amadekariyan kirin

  • 09:05 2 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Koçerên li gundê Babga yê navçeya Silopiyê ku debara xwe bi berhemên şîr ên wekî mast û penêr dikin, diyar kirin ku ew di van rojan de amadekariyê dikin ku berê xwe bidin Zozanên Feraşînê yê Elkê.
 
Koçerên li gundê Babga yê navçeyên Silopiyê ya Şirnexê, bi germbûna hewayê re amedekariya xwe ya derketine zozanan dikin. Koçeran diyar kirin ku vîrusê bandor li wan jî kiriye, li benda destûrê ne û piştî bi demeke kurt ku destur ji wan re bê dayîn ew ê berê xwe bidin Zozanên Feraşînê yê navçeya Elkê ya Şirnexê.
 
Jinên koçer dibêjin ku kal û pîrên wan ji wan re koçerî û bêrîvanî wekî mirasekê hiştine û anîn ziman ku xwedî li vê mîrasê derdikevin. Jinên koçer ên bêrîvan dibêjin ku jiyana koçberiyê zahmetiyên wê zêde ne lê li gel van zahmetiyan kêfxweşiya wê jî heye, ew hînî vê jiyanê bûne û tu jiyaneke din nikarin bipejrînin.  
 
‘Em nêzî du mehan bi rê de diçin’
 
Bêrîvana bi navê Hîkmet (28)  destnîşan kir ku ew ji zaroktiya xwe de koçer e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em payîza tên cihên germ û havînan jî diçin zozanên hênik. Em havînan berê xwe didin Zozanên Feraşînê. Dema em diçin zozanan em du mehan di rê de dimeşin. Ji ber ku miyên me di rê de diçin û em jî bi wan re dimeşin. Dema em di rê de jî diçin miyên xwe didoşin. Heta em xwe digihînin zozanan mehek an jî du meh derbas dibin. Dema dibe zivistan jî em bi heman rengî carekedin vedigerin vê derê.  Em her salê zûtir diçûn zozanan lê vê salê vîrusê bandor li me jî kir û em ji ber qedexeyê dereng man. Lê me destur xwest û di sere vê mehê de em ê bikevin ser rêya zozanan. Me niha dest bi amadekariya xwe ya çûyînê kiriye. Rastî koçerî gelek zehmet e. Lê belê em ji aliyekî ve jî hîn bûne. Kêfa me ji koçeriyê re tê. Em debara xwe bi tenê bi xwedîkirina sewalan dikin.”
 
Ji zaroktiya xwe vir de koçer e
 
Jina koçer a bi navê Fatma Ete(20) jî bi lêv kir ku ji ber malbata wê koçeriyê dikin zaroktiya wê jî bi  koçeriyê derbas bûye û wiha domand: “Zor û zehmetiyên koçeriyê gelek in. Em serê sibehê zû radibin miyên ku ji çolê tên em didoşin. Piştre şîr dikin penêr û mast. Vî mast û penêrî jî em piştre difroşin ji bo debara xwe bikin. Em serê sibehê saet 05.00’an de radibin dest bi kar dikin. Lê em niha amadekariya xwe dikin û em ê piştî demeke kurt biçin Zozanên Faraşînê.”
 
Bêrîvana biçûk Felek Ete(7) jî dibêje ku ew jî jiyana koçeriyê hez dike û ji bo ji malbata xwe re alîkar bibe miyan bêr dike.