‘Em ê dest ji kolanan bernedin’

  • 09:12 1 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren​
 
ENQERE - Jinan diyar kirin ku ji ber vîrusa korona îsal di 1’ê Gulanê de temsîlî be jî wê dest ji kolanan bernedin û got wê daxwazên xwe ji her demê zêdetir biqîrin û her qadê bi rengên xwe bixemilînin.
 
Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û pêkhateyên 1’ê Gulanê di rojên borî de bernameya xwe ya 1’ê Gulanê aşkera kirin. Îsal ji ber vîrusê li şûna çalakî û bernameyan wê bi awayê onlîne mîntînga 1’ê Gulanê pêk bê. Kedkar wê li her derê daxwazên xwe biqîrin.
 
Jinên nûnerên sendîkayan 1’ê Gulanê Cejna Karkeran nirxandin. Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy got 1’ê Gulanê ji bo kedkarên cîhanê, karker, jin, ciwan û xizanan rojek girîng e.
 
‘Daxwaza jinên KESK’î’
 
Gulîstanê bi lêv kir ku krîza aborî bi vîrusê re her diçe giran dibe û got: “Em dibînin ku di pêvajoya vîrusê de jî pêkanîn û polîtîkayên berjewendiyên dewlet li ser piyan disekinin. Em niha bi berpirsyarî dikevin 1’ê Gulanê. Yanî em dixwazin bi daxwaza jiyaneke nû civakîbûnê hedef bikin.Em wek rêxistina kedê ji berê de daxwazên xwe tînin rojevê û îsal jî hedef dikin ku bi kedkaran re bînin ziman. Divê li cihên ku hilberîn lê ne ferze bên rawestandin, li cihên ku divê ferza hilberîn bê kirin, tedbîrên baş bên girtin. Di pêvajoya pandemî de ji bo kesên pirsgirêkên aborî dijîn, ewlehiya hatinê afirandin. Qedexekirina ji kar derxistinê. Mûçeyekê sereke ya ji bo jiyanê bê dayîn. Xebata wê ewle bê qedexekirin. Ji bo jinan ewlehiya kar û hatinê afirandin li dijî şîdetê tedbîrên bi bandor bên girtin. Ev daxwazên me dertên pêş.”
 
‘Nîşan didin ku wê otorîteriyê bidomînin’
 
Gulîstanê daxuyakirin ku tayînkirina qeyûman, berdana gumabarên tacîz û tecawizê, pakêtên aboriyê yên sermayê diparêzin, sererastkirina fona hebûnê û rewşên wek vê, nîşan dide ku wê dema pêş çawa derbas be û wê otrîte jî bidome. Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wek her pêvajoyê di pêvajoya vîrusê de jî yên herî zêde bi bandor bûn jinin. Bangên ‘li malê bin’ tên kirin. Lê di aliyê din jî gumanbarê şîdetê ji girtîgehan berdan. Beyî tu tedbîr bê girtin şandin malên wan. Vê jî bêguman şîdeta li ser jinê zêde kir. Krîza aborî û pêvajoya pandemiyê bandor herî zêde li qadên ku piranî jin lê dixebitin kir. Barê jinan yê li malê giran bû. Xizanî û şîdeta li ser jinan zêde bû.”
 
‘Em ê temsîlî jî dest ji kolanan bernedin
Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew jin hemû di alî fîzîkî de ne ligel hev bin jî di vê pêvajoyê de xwe gelek nêzî hev hîs kirin û got: “Em dikarin gotin û daxwazên xwe ji her demê zêdetir rêxistin bikin. Em rêxistinên pîşeyî yên kedê di 1’ê Gulanê de wê wek temsîlê dest ji kolanan bernedin. Em her derê bi rengê kedê bixemilînin.”
 
‘Divê tedbîr bên girtin’
 
Ji Komîsyona Jinan a Enqereyê ya DÎSK’ê Nevîn Kiziloz, destnîşan kir ku ew wek karker daxwazên xwe wê ji her derê biqîrin û got: “Em wek jinên DÎSK’ê wê daxwazên wek ‘ewlehiya kar, pêşerojek biewle, her wiha bila lênerîna zarok, kal û pîr û karên malê bibin civakî’ derxin pêş. Divê di dema vîrusê de tedbîrên ku hatina jinan diparêze divê bên girtin. Divê hilberîna ne lezgîn bê sekinandin. Di dijî şîdeta jinê jî Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 pêk bê. Divê karkerên bi KHK’ê ji kar hatine derxistin jî vegerin ser karên xwe. Em ê van daxwazan di her şertî de bînin ziman.”
 
Endama Konseya Navenda TTB’ê Selma Gungor diyar kir ku karker her sal di 1’ê Gulanê de derdikevin pêşberî karsazan û wê rojê naxebitin û got: “Her kesî dest ji hilberînê berdida û dadiketin qadan. Îsal ji ber vîursê wê her kes li malê xwe bin. Ev wê pêşî li axaftina me negire.”