Ji xwaringehên bi keda jinê 'Kadeyên sêlê'

  • 09:07 18 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Li Amedê jina bi navê Zahîde Altunterî û Hatîce Akgul bi xwaringeha kadeyên sêlê debara xwe dikin. Jinên kedkar anîn ziman ku wan ji tunebûnê dest pê kirine û bi keda destê xwe bi ser ketine. 
 
Li Amedê ji xwarinên kevin kadeyên sêlê li xwaringehan, bi destê dayikan tên çêkirin. Ew jin ji sibêhê de tên kargeha xwe û heta derengê şevê dixebitin. Zahîde Altunterî  ku di serî de bi tenê serê xwe dest bi kar kir niha hatiye rewşeke serkeftî. Hatîce Akgul jî bi karê ku dike serbilind e û bi kêyfxweşiyeke mezin karê xwe dike. Zahîde û Hatice ji ajansa me re qala pêvajoya vekirina kargeha xwe û serkeftinên xwe kirin. 
 
‘Weke jinek vê yekê bi destxistin ji bo min serbilindiyek e’
 
Zahîde ku di destpêkê de bi hevalê xwe re karê şêrînahiyê dikir bal kişand ser xebatên ku heta niha kirine. Zahîde wiha dest bi axaftina xwe kir: "Min di destpêke de bi hevalê xwe re hevpar kar dikir. Bi vî awayî min çar zarok mezin kirin. Piştî demekê min biryar da ku ez bi navê xwe xwaringehekê vekim. Min bi textika xwe ya nan dest pê kir û hêdî hêdî bi keda destê xwe min dikanek vekir. Bi vê re dikana min bû xwaringeheke bi nav û deng ya Sûrê. Êdî li vir her kesek qala kadeyên min dikir, bi wê yekê min cihê xwe berfireh kir.  Ev tişt ji bo min serbilindiyek bû."
 
‘Divê jin êdî bikevin ferqa hêza xwe' 
 
Zahîde, bal kişand ser destpêka karê xwe û fikra vekirina kargeha xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez gelek li rojavayê Tirkiyeyê mam, dema serê sibêhê min li rawestgehan maşîneyan temaşe dikir, min dît ku şêniyeke zêde jinên kedkar li rawestgehê hene. Ez dibêjim çima jinên li herêma me wekî jinên li wir dijîn naçin karekî nakin. Lê dema ez li herêma xwe têmaşedikim herî zêde li vir mêr xwedî kargeh in. Divê ev hişmendiya ku hatiye dayîn ji holê rabe û jin êdî bikaribin bi serê xwe kar bikin. Divê êdî jin di warê hêzê de azad bin. Dema jin bixwaze wê serkeftinê bidest bixe, tenê divê bi xwe bawer be. Piştî ku ez li rojavayê Tirkiyeyê hatim Amedê min biryar da ku ez ê fikrên xwe pêk bînim û cihê kar vekim. Ev tişt dê ji bo jinan bibe feyzek û divê jin êdî bikevin ferqa hêza xwe."
 
‘Min ji tunebûnê dest pê kir'
 
Hatice Akgul ji bo debara malê diçû karê paqijiyê, hevalê wê jî bi karê dergevaniyê re mijûl dibe. Lê ew kar têr nedikir ku debara malê bikin. Wê beriya 2 salan bi hevalê xwe re biryara vekirina xwaringeha kadeyan da. Hatîce ji tunebûnê dest pê kir û bi keda destê xwe xwaringeha xweş ava kir. Lê heta îro bi gelek karan re mijûl bûye û debara mala xwe kiriye.
 
'Krîza aborî nehişt em şad bibin"
 
Hatîce di serî de bal kişand ser rewşa aborî û wiha got: “Min di serî de nedikarî debara mala xwe bikim, lê bi avakirina xwaringehê ve rewşa min ber bi başiyê ve çû. Lê mixabin krîza aborî destûr neda ku bi kargeha xwe şad bibin. Ji her tiştî re zam hat. Em nikarin buhayê kadeyan zêde bikin ne jî dikarin bi heman buhayê bifiroşin. Me berê ard bi 12TL. distend, niha bûye 17 TL. Li hember van zeman em di nav şerekî de ne. Edî baweriya me bi başbûna krîza aboriyê nemaye. Niha jî em tenê debara rojane dikin."
 
'Li gel krîza aborî dîsa li ser piya me"
 
Haticeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku çend krîza aborî heye jî dîsa jî wek jinek li hemberî zor û zehmetiyan li ser piyan maye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi karkirinê re ez bi hêztir im û xweşiktir im. Ez bi karê ku jê hez dikim re eleqeder dibim û bi keda xwe nan dixwim. Ev tişt ji bo min ne şerme û serbilindiyek e. Ez serê sibêhê hişyar dibim û heta derengê şevê dixebitim. Ez bi vê yekê keyfxweş im."