'Bêyî jinê pêşxistina aborîyê ne pêkan e'

  • 09:01 15 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Bi armanca geşkirina Aboriya Jinê û zindîkirina rihê komînal di navbera jinan de Navenda Aboriya Jinê ya Navçeya Til Temirê projeyên jinan ava dike û di demên pêş de dê têkevin meriyetê. Derbarê vê mijarê de ji Rêveberiya Navenda Aboriya Jinê Melsa Dêrikî armanca avabûna Navenda Aboriya Jinê û projeyên ku dane destpêkirin, nirxand. Melsayê got:"Armanca me geşkirina aboriya jinê ye. Ger aborî bê geşkirin ew ê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Bêyî jinê pêşxistina aborîyê ne pêkan e. Loma hewldan û beşdarbûna jinê ya ji bo geşkirina aboriyê girîng e."
 
Ji bo gelek pirsgirêkan aboriya jinê çareserî ye. Navenda Aboriya Jinê ya Kongreya Star a Navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê, da ku aboriya jinê geş bike niha dest bi çend projeyên tenûrê û çandiniyê kiriye. Derbarê vê mijarê de ji Rêveberiya Navenda Aboriya Jinê Melsa Dêrikî armanca avabûna Navenda Aboriya Jinê û projeyên ku dane destpêkirin, nirxand.
 
'Armanca me geşkirina aboriya jinê ye'
 
Melsayê armanca avakirina Navenda Aboriya Jinê û pêwîstiya wê wiha rave dike: "Di dîrokê de jin ew e ku çand, dîrok, aborî û di hemû qadên jiyanê de roleke girîng lîstiye lê bi zihniyeta dewletê û mêr hemû keda jinê jê hate dizîn û mêr qada Aborî girêdayî xwe tenê dît. Lewra li ser bingehê zindîkirina aboriya jinê û tiştê ku jê hatiye dizîn, ji bo em li jinê vegerînin  me Navenda Aboriya Jinê vekir."
 
'Me gund bi gund serdan kir'
 
Melsayê diyar kir ku di destpêka danesîna Navenda xwe ve gelek zehmetî dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Piştî avakirina Navendê me gund bi gund serdan kir û armanca avakirina Navendê bi gel da naskirin.Me gelek zehmetî dîtin, lê niha gava guhertina hişmendiyê  dest pê kiriye."
 
'Bêyî jinê pêşxistina aborî ne pêkan e' 
 
Melsayê diyar kir ku bingeha aborîyê jin e û wiha dom kir:"Aboriya malê di dest jinê de ye, jin dizane ku çi li ku û kengî bi kar bîne. Bê jin pêşxistina aborî ne pêkan e. Armanca me jî ew e ku jin bikaribin xwedî li aboriya xwe derkevin û wekî tiştekî ayîdê xwe bibînin û bigirin dest. Gelek caran jî jinan di nava xwe de projeyan pêşniyar dikin û ji Navenda me re pêşkêş dikirin da ku pêk bînin. Êdî bi vê yekê re asta ku xwedî li aboriya xwe derdikeve û parçeyekî ji xwe dibîne, tê xuyakirin."
 
'Li gorî pêwîstiyên jinê û civakê 4 proje dê têkeve meriyetê'
 
Melsayê projeyên ku ji bo jinan hatine avakirin wiha dide naskirin: "Li gorî karê ku jin dikare bike  em wan projeyan ava dikin, mînak di aliyê çandiniyê de zanebûna jinê heye û gelekî li pêş e, lewma me li Çiyayê Kizwanan projeyek çandiniya zebzeyan ava kiriye û niha berhemeke baş jê tê. Hem jin û hem jî civak sûdê jê werdigire."
 
Melsayê projeyên din ku dê li gundan vebikin wiha tîne ziman:"Jin bêtir di çandiniyê de û lêxistina nanê tenûrê û sêlê dizanin. Lewma em ê 4 projeyên nanê tenûrê û sêlê li Navçeya Til Temir û gundewarê wê têxin meriyetê. Di destpêkê de me alavê ku li ser kar bikin, arvan, mazot û tenûr ji wan re pêşkêş kir, niha ew di merheleya tecrubeyê de ye û dê di demê pêş de ew proje bi şahiyekê em ê têxin meriyetê.  Me projeya nan hilbijart ji ber niha pirsgirêka nan, heye. Ji ber niha hêjî mûsim xilas nebûye û em ji metirsiya agir rawestiyane."
 
'Jin bi projeyên xwe wateya hezkirin û hevkariyê hînî civakê dikin'
 
Melsayê bi lêv kir ku bi avakirina van projeyan hezkirin û yekîtiya di navbera jinan de jî tê avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her projeyek ji 5 jinan pêk tê, li gorî pêwîstiyan jî zêde dibin. Armanca me ew e ku jin bêtir bi hev re bibin alîkar, yekîtî û hezkirina wan xurtir bibe. Bi van projeyan jin wateya hezkirin û hevkariyê hînî civakê dike."