‘Avahiyên bê plan û rant Bodrumê qirêj dike’

  • 09:16 9 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin 
 
MUGLA - Işik Atadenîz ya otelê dide xebitandin diyar kir ku avahiyên bêpergal, pirsgirêkên binesaziyê û kargeriyên bê kontrolê, nasnameya Bodrumê dike xetereyê û got divê şaredarî û hikûmet baldartir bin. 
 
Berpirsiyara otelê Işik Atadenîz, rewşa otel û turîzmê ya navçeya Bodrum a Muglayê nirxand. Işik ji sala 1984’an heta niha otelê dide xebitandin û diyar kir ku avabûnên bê plan, qelsiya binesaziyê, nasnameya Bodrumê xera dike û divê ev pirsgirêk ji hêla hikûmet û şaredariyan ve bê çareserkirin.
 
Işikê destnîşan kir ku sektora turîzmê ya ku îstîhdama karkerên demsalî û ketina dovîzê pêk tîne, pir bi lez ji rojevê bi bandor dibe. Her wiha ji ber ku hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat nûkirin bû sedema qelsiya rezervasyonên cejnê. Işikê daxuyakirin ku sala borî rêjeya ji sedî 90 bû, îsal di meha hezîranê de ji sedî 60 bûye û wiha pê de çû: “Dirêjkirina betlaneya cejne bi bandor bû û gelek kes hatin betlaneyê. Her wiha li Bodrûmê bi taybetî hejmara turîstên herêmî zêdetir e. Her wiha dîsa dema dibistan dikevin betlaneyê jî bandorê li ser sektora me dike. Em hêvî dikin ku meha tîrmeh û tebaxê de hejmara turistên biyanî û herêmî zêdetir bibin."
 
‘Nasnameya Bodrumê guherî'
 
Işikê bi lêv kir ku îsal ji welatên Beneluks, Rusya û Bulgarîstanê turîst zêde hatine, her wiha li vir Ereb jî pir in. Işikê ev tişt gotin: "Li seranserê Bodrumê otelên 5 stêrt, rezîdans zêde bûn. Kulub zêde bûne. Bi vê jî nasnameya Bodrumê guherî. Xaniyên spî yên Bodrumê hewayek wan ya cuda hebûn. Lê van avahiyan hemû tişt xera kir. Mixabin binesazî jî tune. Divê ewil ew çareser bin. Divê hikûmet û şaredarî mudaxaleyê vê bikin.”
 
'Girîngiyê didin turistên biyanî...'
 
Işikê destnîşan kir ku li Bodrûmê buhabûn di asta herî jor de ne û wiha axivî: "Divê derbarê buhabûna tiştan de standardek hebe û divê şaredarî mudaxaleyê wî tiştî bike. Her wiha heke hikûmet di qada turizmê de piştgiriyê bide lêçûnên kargehan dê bêtir xizmetên baş bên dayîn. Dema her tişt bi hevre tên kirin qelîteya xizmetê jî ji holê radibe. Dîsa tişta herî balkêş jî dema turîstên biyanî bîn kargeh bêtir eleqedar dibin, li gel tu heman pereyê bidin jî. Gelek caran jî malbatên ku di otelê de dimînin li gorî turîstên biyanî bêtir pereyeke zedê didin. Di serî de hemû xizmetê didin biyaniyan û piştre dor tê turîstên herêmî. Divê mafên welatiyên me bên parastin."