Jinên Endezyar: Li qadên, şantiyeyê, ofîsê zîhniyeta serdest a mêr heye

  • 09:09 6 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Yek ji qadên xebata ku li pêş jinan wek karê mêran tê dîtin endezyarî ye. Jinên endezyar bi pirsa ‘tuyê bi pêlavê bilind çawa biçî şantiyê’ rastî astengiyan tên wiha gotin: "Li qadên, şantiyeyê, ofîsê zîhniyeta serdest a mêr heye."
 
Yek ji encama Lijneya Rêveberiya Şaxa Nûneriya Wanê ya Odeya Endezyarên Maşîneyê (MMO) Gamze Gungor, got endezyarên jin dema dest bi pîşeya xwe dikin û piştî vê pirsgirêkan dijîn û got mafên di pîşeyê de tên nasîn divê pêk bên.
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Gamzeyê bi lêv kir ku li qadên, şantiyeyê, ofîsê zîhniyeta serdest a mêr heye û wiha got: “Şîdet ne tenê mudaxaleyek fîzîkî ye. Em jin dixwazin nêrîna ‘jinên endezyar nikarin bi pêlavên bilind bên şantiyê’ bişkînin. Em xwe pêş dixînin. Endezyarî karekî zehmet e. Ji ber pîşeyek wek a mêran tê dîtin. Li dijî van nêrînan me biryara mezinkirina têkoşînê daye.”
 
‘Di civakê de kodên zayendî hene’
 
Gamzeyê her wiha daxuyakirin ku jin bi qasî hestiyar in, rasyonel jî difikirin lê di civakê de kodên zayendî hene û got: “Jinek dema cih bê bi mantik dema cih bê bi hestan tev digere. Jin her tişt e. Jin cîhan e. Ji bîr nekin hûn çi bidin jinê hûn ê zêdetir jê bigirin.”
 
‘Karsaz jî li endezyarên mêr digerin’
 
Ji lijneya Rêveberiya MMO Demet Seven jî got dema mezûn bûye di serî de malbata wê hemû kesî gotiye tu nikarî vî karî bikî û wek pîşeya mêran hatiye dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata min piştî ez mezûn bûm got bên malê rûnin. Dema min got ez kar ji xwe re bibînim, hemû xwediyên kar digotin bila mêr bin. Piştî mezûn bûm 6 meh şûnde min karek dît. Di pîşeyê de hemû avabûna fîzîkî li gorî mêran hatiye çêkirin. Mînak li herêma sanayiyê ji bo jinan destavek tune ye. Mirov bi tacîzkaran re tên rû hev. Tevî hemû zehmetiyan ez ji mêrekî baştir dixebitim. Em ê têkoşîna jinan jî berdewam bikin.”