‘Betalî ciwanan dike riyên din’

  • 09:06 5 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Li welat ji ber krîza aborî betalî zêde bû û ev jî rê li ber dizî û bikaranîna hişbirê ya ciwanan vedike. Jinên Amedê bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku sedema vê ne ciwan, dewlet e, divê demildest pêşî li vê bê girtin.
 
Li Tirkiyeyê rêjeya betaliyê di 2 salên dawî de gelek zêde bû. Li gorî TUÎK’ê rêjeya betaliyê di 2018’an de gihaştiye ji sedî 12.3. bi taybet jî rêjeya betaliya ciwanan zêde bûye û di navbera temenê 15 û 25’an de ye.
 
Li Amedê ku dizî û bikaranîna hişbirê gelek zêde ye, li navçeya wê Baglarê her roj bûyerên diziyê tên jiyîn û her wiha hişbir jî tê bikaranîn. Jinan bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku ciwan neçarî jiyaneke wisa hatine kirin.
 
‘Ciwan vê heq nakin’
 
Fîlîz Sava ya li Baglarê dijî diyar kir ku ciwanên zanîngeh qedandine betal in û wiha pê de çû: “Ciwan jiyaneke ku heq nakin dijî. Ciwanên kar nabînin serî li riyên din didin. Ev jî ciwanan ji rê derdixe, berê wan dide bikaranîn hişbir û firotina wê. Ji bo ev neyên jiyîn divê qadê perwerde û aktîvîteyên civakî bên avakirin. Bi vî awayî wê ciwan kêm be jî hinek xwe rizgar bikin.”
 
‘Divê pêşî li betaliyê bê girtin’
 
Songul Kaya jî daxuyakirin ku hejmara ciwanên tevlî karên nebaş dibin zêde bûye û got bi rehetî li aliyekî taxê madeya hişbirê tê bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hînî vê rewşê bûne û ji ber vê em nikarin tiştekî bikin. Dema em jin û mêrên ciwan bi vî awayî dibînin em xemgîn dibin. Ciwan dibêjin ‘em çi bikin, tiştekî em bikin tune ye, em neçar in’. Gelek ciwan ji ber madeya hişbirê jiyana xwe ji dest didin. Divê dewlet demildest pêşî li vê bigire. Sedema van ciwanan dewlet e. Divê demildest pêşî li vê bê girtin.”