Reqamên enflasyonê yên meha hezîranê eşkere bû

  • 12:36 3 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
ENQERE - TUÎK’ê reqamên eflasyona meha hezîranê eşkere kir. TUFE di meha hezîranê de di asta mehane de ji sedî 0,03 zêde bû û zêdekirina salane jî derket ji sedî 15,72’an. Bi eşkerekirina reqamên enflasyonê re mûçeyê karmend û teqewîtan jî diyar bû. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) reqamên enflasyona meha hezîranê eşkere kir. Endeksa Bihayê Mezêxer (TUFE) jî di meha hezîranê de asta mehane ji sedî 0,03 zêde kir û zêdekirina salane jî derket ji sedî 15,72’an.  Li gorî du mehan teqrîbî ji sedî 19,88 zêdebûn pêk hat. 
 
Mehane asta zêdekirinê bi 2,65 li ser koma lokanta û otelan bû. Di meha hezîranê de di komên endeksê de cih digirin jî zêde bûn. Ji komên di endeksê de cih digirin di hin cûreyên mal û xizmetê de 1,86 zêde bû, di perwerdehiyê de ji sedî 1,50, di tenduristî û eşyayên malê de ji sedî 0,57 zêdebûn pêk hat. 
 
Zêdebûna herî kêm di vexwarinên bêalkol de pêk hat. Bi eşkerekirina reqamên enflasyona meha hezîranê re zema mûçeyê karmend û teqewîtan jî diyar bû. Di mûçeyan de hindik be jî zêdebûn pêk hat.