Tirkiye di betaliyê de sînoran derbas dike: Ciwan dixwazin derkevin derveyî welat

  • 09:18 3 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
MÊRSÎN - Ciwanên betal diyar kirin ku ji ber betaliya ku her diçe zêde dibe, ew mecbûrî koçberiyê dibin û wiha gotin: “Nirxa nifûsa ciwan li welat tune ye. Di rojeva welat de betalî tune ye. Derfetên me hebin em ê biçin derveyî welat.” 
 
Tirkiye li cîhanê di nav 205 welatî de di rêja 149’emîn a betaliyê de ye. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya betaliyê ya sê mehan bi zêdebûnek 4 puanî ji sedî 14,1 zêde bû. Daîreya Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK-AR) diyar kir ku hejmara betalan a Tirkiyeyê 7 mîlyon û 350 hezar e.
 
Ciwanên betal derbarê betaliyê de axivîn û diyar kirin ku ji ber betaliyê ew neçarî koçberiya mejî jî dibin.
 
Xwendekara Zanîngeha Gumuşxaneyê ya beşa Rêveberiya Karaset û Alîkariya Lezgîn Sebîha Yilmaz, got bi hevalên xwe re mijara ku piştî mezûn bibin wê çi karî bikin diaxivin û got pirsgirêkên pê re hatine rû hev bi qasî ku nayên vegotin zêde ne. Sebîhayê her wiha got di rewşa derfetên wê hebe de çawa mezûn bibe wê biçe derveyî welat û wiha got: “Ya vê li me ferz dike polîtîkayên hikûmetê ne. Beşa min pir xweş e lê ez bi pergala dewletê ne bawer im. Pergal gelek xerab e. Aborî têk çûye. Derdê welat naqede ku dor bê ciwanan. 
 
‘Li vî welatî nirxê nadin ciwanan’
 
Ayşegul Oral bertek nîşanî israra Tayyîp Erdogan ya ‘herî kêm 3 zarok’ da û got zarokên bên dinê jî wê tevlî betalan bibin û wiha pê de çû: "Ez ji lîseya pîşeyî mezûn bûm. Hejmara xwendekarê lîseya pîşeyî pir zêde ye. Li welat nirxa ciwanan tune ye. Aboriya welat li holê ye. Weke ku aboriya wan têr dike, ji mîlyonan penaberî re malovaniyê dike. Ger derfetê min hebûna ez ê biçûma derveyî welat."
 
‘Hejmara betalan pir zêde ye’
 
Begum Akdogan jî got zêdebûna li zanîngeha rê li ber bêkalîtebûna perwerdeyê vedike û di gelek beşan de tayînkirin sekinîne û wiha pê de çû: “Hejmara ciwanên betal gelek zêde ye. Girîngiya ciwanan tune ye. Rewşa aboriyê li holê ye. Aborî gelek xerab e.”
 
Ayşe Yilmaz jî destnîşan kir ku hejmara xwendayan gelek zêde ye lê yên xebatkaran pir kêm e û got ew ji pêşeroja zarokên xwe bi fikar e.