'Em dixwazin jin bi xebatên xwe aboriya xwe pêş bixin'

  • 09:02 2 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Bi pêşengtiya Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûdê, ji bo jin bikaribin di warê aboriyê de li ser piyên xwe bisekinin, projeya Çayxaneya Telit Heleb hat avakirin. Jinên ku di nava vê projeyê de cihê xwe digirin wiha gotin:"Çayxaneya Telit Heleb ji bo pêşxistina di aliyê aboriya jinê de gaveke mezin e. Ev proje cara yekem tê avakirin ev jî cihê şanaziyê ye."
 
Ji bo jin di qada aboriyê de bikaribin bi ser bikevin projeyên nû li Helebê bi pêşengiya Kongreya Star tê çêkirin. Yek ji projeya ji bo pêşketina aboriyê, Çayxaneya Telit Helebê ye. 3 jin li Çayxaneya Telit Helebê cihê xwe digirin. Jinên ku di nava projeya ku li Bajarê Helebê hat çêkirin cihê xwe digirin axivîn. Jinan gotin:"Em dixwazin jin bi xebatên xwe aboriya xwe pêş bixin. Em jî niha hewl didin ku bi vê xebata çayxaneyê xwe di warê aboriyê de pêş bixin û bibin mînak."
 
'Armanca me pêşxistina aboriya jinan e'
 
Fatma Hesen a ku di nava xebatên projeya Telit Heleb de cihê xwe digire wiha axivî: "Jin her dem li keda xwe xwedî derdikevin. Di nava kedê de xweşikbûna jinê derdikeve holê û tevgera wê her zindî dibe. Cara yekemîn e ku di hundirê taxê de projeyek bi vî rengê pêş dikeve. Mêvanên ku tên Çayxaneya Telit Heleb em bi kêyfxweşiyek germ wan pêşwazî dikin. Armanca me pêşxistina jinê ya di aliyê aboriyê de ye."
 
'Ji bo jinan gavek dîrokî ye' 
 
Emîne Elo ji bo Çayxaneya Telit Heleb hest û keyfxweşiya xwe wiha vegot: "Em rojên dîrokî dijîn, ev proje ji bo jinan gaveke dîrokî ye. Me xeyal nedikir ku em van rojan bibînin ku jin bigihêje asta ku xwe bi xwe projeyan ava bike û li ser bisekine. Dema mirov diçe çayxaneya giştî nikare ewqas rehet tev bigere, lê dema hemû jin bi xwe bin rehetiya me bêtir dibe. Bajar hemû li çayxaneya Telit Heleb xuya dike, di vê kêliyê de hestek hêja dide mirovan. Çayxaneya Telit Heleb ji bo pêşxistina di aliyê aboriya jinê de gaveke mezin e. Ev proje cara yekem tê avakirin ev jî cihê şanaziyê ye. Em dixwazin jin bi xebatên xwe aboriya xwe pêş bixin. Em jî niha hewl didin ku bi vê xebata çayxaneyê xwe di warê aboriyê de pêş bixin û bibin mînak."