Piştî motorîn, çay û şekir niha jî buhayê ceryanê zêde kirin

  • 10:06 28 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
ENQERE - Buhayê lîtreya motorîn 23 qurîş û çay ji sedî 15, şekir ji sedî 16 û ceceryan jî ji sedî 14.98 hatin zêdekirin. 
 
Piştî hilbijartina 23'ê hezîranê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li pey hev nûçeyên zemê hatin. Piştî zema li çay, şekir û motorinê hat duh jî nûçeya zema ceryanê hat. 
 
Midûriyeta Giştî ya Şirketa Çay (ÇAYKÛR) çaya hişk ji sedî 15 buha kir. Di biryara zemê de, hilberîna çaya şîn a zêde, maliyeta karker û şirkete weke hincet hatin nîşandan.  Şîrketa Fabrîkayên Şekir a Tirkiyeyê diyar kir ku dê ji sedî 16 şekir buha bikin. 
 
Her wiha buhayê motorînê jî rojên borî hat girankirin û motorîn jî bi buhayê zemkirî tê firotin. Lîtreya Motorînê ya 23 qurişan hat girankirin, dê bi 22 qurişan bandora  xwe li bihayê pompê bike. Qûrişek jî dê ji bacayê bê girtin. Bihayê lîtreya motorînê ya li Enqerê bi 6,30 TL  tê firotin, piştî zemê şûnde dê bi 6,52 TL bê firotin.  
 
Dîsa bûhaya bikaranîna ceryanê jî hat zêdekirin. Dê di 1'tirmehê de êdî ceryan buha bibe. Li gorî zemê ji sedî 14.98 buhayê ceryanê zêdetir bû. Piştî buhabûna çay, şekir, motorîn û ceryanê li bendê ye ku buhayên gaza xwezayî jî bê zêdekirin.