Cotkar Berrîn Ozturk: Em hewl didin ku çandiniyê li ser piyan bihêlin

  • 09:20 27 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Cotkar Berrîn Ozturk, got herî zêde jin ji axê fêm dike, lê piştî maşîne ketine jiyanê çandinî ketiye bin destê mêran û plansaziya hilberînê guheriye, jin ketiye asta duyem. Berrînê bi lêv kir ku rizgariya çandiniyê bi xwedîderketina jinan a li çandê pêkane.
 
Berrîn Ozturk,  20 sal in li Sakaryayê cotkariyê dike, diyar kir ku piştî maşîne ketine jiyanê çandinî ketiye bin serdestiya mêr, jin ketina asta duyem û keda jinan nayê dîtin.
Berrînê bi lêv kir ku divê jin wek cotkar di çandiniyê de cih bigirin û wiha axivî: "Jin axê baş nasdikin. Divê jin vê kevneşopiyê bidomînin. Piştî çandinî ket destê mêr, plansazî jî guherî. Pisgirêkên jinan a di çandiniyê de ji vir dest pê kir. Berê jinan tov diparast, plana hilberînê dikir. Lê piştî maşîne ketin jiyanê her tişt guherî. Lê divê em jin xwedî li qadên çandiniyê derkevin.”
 
Berrînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber krîza aborî her tişt li gorî pere tê plankirin û wiha dawî lê anî: “Kîjan berhem buhabû ew dihat girtin û dihat çandin. Ji ber vê jin ji çandiniyê vekişiyan. Jin li ser axa malbatê wek karkerên li ber zêdekirî dixebitîn. Çandinî karekî zehmete û kedê dixwaze ye. Rizgariya çandiniyê bi xwedîderketina li qadên çandê pêkane. Vê jî divê jin bikin. Sala 2014’an sala çandiniyê bû. Beriya krîzê çandiniyê xwe bi xwe rêve dibir. Em jin hewl didin çandiniyê li ser piyan bihêlin.”