Li Taxa Şêx Meqsûdê dirûnxaneya cilên Kurdî

  • 09:04 24 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Semîra Hesen di nava taxa Şêx Meqsûd de, bi dirûna cil û bergên kurdî tê nasîn. Semîrayê wiha got:"Divê jin di zindana malê de nemîne, bila ji xwe bawer be, kar bike. Tiştên bi destê jinê tê çêkirin cuda ye. Divê jin xwedî li keda xwe derkeve. Em zehmetiyan dikişînin, lê em dikarin li hember van zehmetiyan bisekinin. Destên jinê bi huner in."
 
Dayîka semîra ya 42 salî ye li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi tenê dijî. Semîra ya di mala xwe de cil û bergên kurdî didirû dibêje: “Destê jinê bi huner e, ger bixwaze dikare her karekî bike bêyî ku pişta xwe bide kesekî.”
 
‘Debara xwe bi karê dirûnê dikim’
 
Semîra anî ziman ku pîşeya dirûnê ji dayika xwe fêr bûye û wiha berdewam kir: "Sala 1994'an de min dest bi karê dirûnê kir. Dema temenê min biçûk bû dayika min jî dirûtin dikir. Li ber destê dayika xwe ez fêrî pîşeya dirûtinê bûm. Ji vê pîşeya ku min ji dayika xwe girtiye tiştên nû jê diafirînin. Niha li taxa Helebê kesên cilê kurdî bidirûn kêm in, piraniya jinên taxê û dervî taxê tên gel min. Ez ji wan re cil û bergên kurdî didirûm û bi vî karî debara xwe dikim."
 
‘Cilên kurdî çanda me ye, divê em xwedî lê derkevin’   
 
Semîra da zanîn ku em kurd bi çanda xwe tên naskirin, divê em xwedî lê dekevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha tiştek pir bala min kişand, ne tenê jin û dayikên taxê cilê kurdî didirûn, keçên me ên ciwan tên didirûn û li xwe dikin. Berê ev tişt li taxê pir kêm bûn, ji ber bandora kapîtalîzmê ya li ser wan kiribû. Jinên ciwan di rojên taybet de cilên Kurdî didirûn. Cilê kurdî çanda me ye divê em biparêzin û xwedî lê derkevin."
 
‘Destên jinê bi huner in’
 
Semîra diyar kir ku dema bi keda jinê tişt tên afirandin cuda ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin di zindana malê de nemîne, bila ji xwe bawer be, kar bike. Tiştên bi destê jinê tê çêkirin cuda ye. Divê jin xwedî li keda xwe derkeve. Em zehmetiyan dikişînin, lê em dikarin li hember van zehmetiyan bisekinin. Destên jinê bi huner in."