13 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-09-25 17:21:12   MÊRDÎN - Duh 13 kesên li Mêrdînê di serdagirtina malan de hatine binçavkirin, hatin berdan.   Duh di serdagirtinên malan ên li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê tevî rêveberên kevn ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 13 kes hatin binçavkirn. 11 kes piştî karûbarên îfadeyê yên li fermandariya cendirmeyan bi dawî bû hatin berdan. Rêvebera kevn a DBP’ê Necla Kaya û Yasemîn Demîrkaya îro sewqî edliyeyê hatin kirin.   Yasemî Demîrkaya û Necla Kaya piştî karûbarên îfadeyê, bi daxwaza “kontrola edlî” sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê Yasemîn û Necla bi şertê kontrola edlî berdan.