Komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ bi encamnameyê bi dawî bû

  • 16:22 18 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata ‘Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ ku li navenda Şengalê hat lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû.
 
Komxebata ku bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a navneteweyî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê, ji aliyê Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê ve bi sernavê ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ hat lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.
 
Encamnameya komxebatê ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico ve hat ragihandin.
 
Encamnameya komxebatê wiha ye:
 
“Îro dema em navê Rojhilata Navîn tînin ser ziman, tiştên ku tên bîra me şer, pevçûn, nakokî, alozî, qeyrana aborî, êrişên li ser xwezayê û gelek tiştên din ên biêş in. Weke ku ev rastî bûne qedera Rojhilata Navîn û xuya ye dê berdewam bikin. Em kesên ku niha li vê derê amade ne, me çavên xwe bi şer, pevçûnên li dinyayê vekiriye û jiyana me ya şexsî jî jiyana me ya civakî jî di nava vê çerxê de hûr bûye, parçe bûye. Îro em berê xwe bidin kîjan welatê Rojhilata Navîn şer, xwîn û belengazî heye. Beguman ev qeyraneke kûr a jiyanî û civakî ye ku divê em li ser çavkaniyên vê qeyranê qenc bifikirin, rê û rêbazên çareseriyê bibînin. Yek ji sedemên lidarxistina vê komxebatê jî ev e. Beriya her tiştî lazim e em vê pirsê bikin; gelo li Rojhilata Navîn jiyana azad, aram û bi ewle di dîrokê de qet tunebû? Li Rojhilata Navîn ev qeyrana siyasî, civakî û jiyanî ji kengî ve û çima dest pê kir? Ev pirs dikarin me bigihîjînin rastiya Rojhilata Navîn.
 
Rojhilata Navîn ku di dîrokê de çavkaniya jiyanê bû îro çawa veguheriye goristanek?
 
Weke tê zanîn Rojhilata Navîn di destpêka jiyana civakî ya mirovahiyê de xwedî cihekî taybet e. Îro roj hemû dîroknas, rewşenbîr û lêkolînerên dinyayê, Rojhilata Navîn weke ‘Dergûşa Mirovahiyê’ binav dikin. Çawa ku zarokek di dergûşê de mezin dibe û pê re dest bi gavên xwe yên jiyanê dike, çand û jiyana mirovahiyê jî di Dergûşa Mezopotamyayê de, di navbera du çemên pîroz ên Dîcle û Firatê de mezin bûye. Ziman, edebiyat, huner, zanist, felsefe, îlmê siyasetê û gelek tiştên din bi destên gelên Rojhilata Navîn hatine pêşxistin. Lê pêwîst e em vê pirsa hişk ji xwe bikin, Rojhilata Navîn ku di dîrokê de çavkaniya jiyanê bû îro çawa veguheriye goristanek ku her kes dixwaze jê bireve?
 
Rêber Abdullah Ocalan yek ji wan kesên pêşeng e ku van pirsan ji xwe û ji civaka xwe kiriye, hewl daye qeyrana Rojhilata Navîn fam bike. Rêber Ocalan pêşketina çanda dewlet û desthilatdariyê li hemberî çanda civakî, azadî û demokrasiyê weke çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî, bi taybetî jî pirsgirêka azadî û demokrasiyê dibîne û çavkaniya pirsgirêkan wiha dinirxîne: “Civakên Rojhilata Navîn di dîrokê de bûne ew beşa mirovahiyê ku herî zêde pirsgirêk û qeyran jiyane. Sedema esasî ya vê rewşê ew e ku ev civak ji 5 hezar salan zêdetir e di bin zext û dagirkeriya pergala desthilatdariyê de ne.”
 
Yek ji pirsên komxebata me ya îro jî ev bû ‘Li Rojhilata Navîn sîstem di qeyraneke çawa de ye.’ Xuya ye ku çavkaniya hemû pirsgirêkên herêmê, pirsgirêka azadî, demokrasî, aborî û siyasetê ye. Pergala serdest a heyî û desthilatdarî hemû hêza me ya jiyanê hişk dike, rehên me zuwa dike. Yanî çavkaniya pirsgêrêkên Rojhilata Navîn dîrokî û bîngehîn in. Ji lewre pêwîst e rê û rêbazên me yên çareseriyê jî li gorî vê rastiyê bin.
 
Armanc û hedefa komploya sala 1998’an ji peymana sala 2020’an cuda nîn e
 
Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê û komploya 9’ê Cotmeha 1998’an dîroka komploya navneteweyî ji hev ne cuda ne û nabe mirov cuda bibîne. Bi kompolya navneteweyî dema serokatî dîl hat girtin, wan got qey her tişt temam e xelas bûye. Lê Serok Apo Îmraliyê kir cihê berxwedanê û qet dest ji parastina mirovahiyê berneda. Projeya Reber Apo ya neteweya demokratik û konfedarîzm û civaka exlaqî û polîtîk riya çareseriyê ye ji bo hemû cîhanê. Ji ber ku sîsteman wisa li însanan kirine ku xwe bi xwe tune dikin lê ne di ferqa wê yekê de ne. Rêbertiyê li hemberî vê hişmendiya hov mirovahiyê parast û xwedî li nirxan derket. Rêber Apo jiyana ku sîstem ferz dikin qebûl nekir û qebûl nake jî. Paradîgmaya ku Rêbertî danî pêşiya me alternatîfa sîstema kapîtalîst e.
 
Pergala kapîtalîst 200 sal in bênavber êrişan li ser Rojhilata Navîn didomîne
 
Rastiyeke din ku qeyrana Rojhilata Navîn kûr kiriye jî êrîşên pergala kapîtalîst in ku 200 sal in rojane êrîşê Rojhilata Navîn dikin. Li aliyekî çav berdane hemû dewlemendiyên herêma me li aliyê din bi siyaseta xwe ya şer, civaka Rojhilata Navîn ji hev parçe dikin û bi hev didin şerkirin. Bi taybetî nakokiyên qewmî, olî û mezhebî yên di navbera gel û baweriyên Rojhilata Navîn de bi pêş xistine, bûne sedem ku gelên cîran bibin dijminên hev. Şerên mezhebî, şerên olî, şerên qewmî yên bi sedan salan, Rojhilata Navîn bê hêz, bêhêvî, bê çare hiştine. Pêwîst e em bizanibin ku bi hezaran salan çanda pêkvejiyanê li herêmê hebû. Gelo çima û çawa ev çanda pêkvejiyanê hat jehrîkirin? Eger em baş bala xwe bidin, em ê bibînin ku destwerdanên ji derve û berjewendiyên desthilatdaran rê li ber vê vekirine.
 
Îro roj Rojhilata Navîn bi pirsgirêkên qebîle, qewm, ol û mezheban fetisiye. Bi taybetî şikandina îradeya azad a jinên Rojhilata Navîn pirsgirêka herî esasî ye. Dîsa ev axa ku di dîrokê de weke bihuşt hatiye binavkirin, îro roj bûye çol û çolistan. Di ser van hemûyan de pirsgirêka azadî û demokrasiyê heye ku gelên herêmê ji bo vê têkoşîneke mezin dimeşînin û berdêlên giran didin. Êdî pergala 5 hezar salan a dewlet û desthilatdariyê jî pergala netew-dewletê ku bi destên ji derve li me tê ferzkirin jî hildiweşin. Tu hêza wan a çareseriyê nîn e ku qeyrana heyî derbas bikin.
 
‘Me hem li ser çavkaniya pirsgirêkan nîqaş kir hem jî em li riya çareseriyê geriyan’
 
Ji ber vê me îro di vê komxebatê de me ne tenê çavkaniya pirsgirêkan nîqaş kir her wiha em li riya çareseriyê jî geriyan. Îro roj mêvanên Ereb, Tirkmen, Şebek, Şîa û Êzidiyên ku li vê derê amade ne, riya çareseriyê ji me re nîşan didin. Ev jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan û pêşxistina çanda pêkvejiyanê ye. Rêber Abdullah Ocalan ku pêkvejiyana gelan weke ‘neteweya demokratîk’ binav kir riya çareseriyê jî nîşanî me daye. Sedema ku Rêber Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin jî ev e. Wî çavkaniya pirsgirêkên Rojhilata Navîn destnîşan kir û her wiha riya azadî û demokrasiyê nîşanî hemû gelên bindest da. Çawa ku Rêber Ocalan 50 sal in bênavber ji bo azadiya gelan têdikoşe, berpirsyariya me ya exlaqî û wijdanî ew e ku em jî ji bo azadiya wî ya fizîkî têkoşîna xwe bilind bikin. Li ser vê esasê em vê komxebatê diyarî Rêber Ocalan dikin ku wî heqîqeta Rojhilata Navîn raxistiye ber çavan.
 
Em hêvî û bawer dikin ku wê ev komxebata me çanda pêkvejiyana gelan di serî de li Şengalê û li hemû Deşta Nînowayê xurtir bike. Em weke Êzidî, Ereb, Tirkmen, Şîa, Şebek û Mesihiyên Deşta Nînowayê dikarin bi hev re riyeke nû ya jiyanê ji bo hemû gelên herêmê ava bikin. Eger em bikaribin fikrên neteweya demokratîk, çanda pêkvejiyana gel û baweriyan bi pêş bixin, em ê bikaribin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê jî bibin hêvî.”