Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir

  • 13:07 5 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
RIHA - Mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî tê de bûn û ji Wêranşarê diçû Ordûyê qeza kir. Di encama qezayê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn. 
 
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bo komkirina findikê ji Wêranşara Rihayê diçûn Ordûyê, li navçeya Nîksar a Tokatê qeza kir. Di qezayê de zaroka bi navê Eylem Debek a 5 salî, jiyana xwe ji dest da û 25 karker birîndar bûn. Kesên birîndar birin nexweşxaneyên derdorê. 
 
Hat îdîakirin ku qeza di encama windakirina ajokarê mînîbusê ya kontrola dîreksiyonê de rû daye.