Di 8 mehên 2024'an de 280 jin hatin qetilkirin

  • 11:32 5 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora Federasyona Komeleyan Jinan a Tirkiyeyê de hat gotin di 8 mehên 2024'an de di navbera 1'ê Çileyê û 31'ê Tebaxê de 280 jin hatin qetilkirin.
 
Di rapora Federasyona Komeleyan Jinan a Tirkiyeyê de hat gotin di 8 mehên 2024'an de di navbera 1'ê Çileyê û 31'ê Tebaxê de 280 jin hatin qetilkirin. Her wiha mirina 50 jinan jî wekî mirina bi guman hat qeydkirin. 
 
Li gor raporê 162 jin li malên xwe hatin qetilkirin. Dîsa li gor raporê di meha tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin. Jin di nava 8 mehan de li cihê malên xwe li cihê kar û li kolanan hatine qetilkirin.