Xebatên lêgerînê yên ji bo Narîn Guran didomin

  • 11:11 5 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Ji 21’ê tebaxê heta niha tu agahî ji zaroka 8 salî Narîn Guran nayên girtin. Guran herî dawî saet di 18.47’ê de bi hevala xwe re hate dîtin û mamê wê jî saet di 18.59’ê de ji gund derketiye. Niha jî li ser wan 12 deqeyên winda lêkolîn tê kirin. 
 
Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çuliyê yê Rezan a Amedê winda bû û 16 roj in tu agahî jê nayên girtin. Di çarçoveya lêpirsîna derheqê windabûna Narînê de mamê wê Salîm Guran di 2’yê îlonê de bi sedemên “Kuştina biqesdî” û “Bêparhiştina mirov a ji azadiya xwe” hate girtin. 
 
Xebatên lêgerînê duh li goristana gund bi cîhazên binerdê dibîne hatin domandin. 
 
Di navbera 12 deqeyan de çi qewimî ?
 
Li hêla din ji bo xebatên lêgerînê yên Narînê ji Enqereyê komeke profesyonel anîn gund. Di girteka koma hatiye Amedê û Tîmên Lêkolînkirina Sûc a Cendirmeyan (JASAT) de hat diyarkirin ku lêkolîn li ser 12 deqeyên winda tê kirin. Narîn herî dawî saet di 18.47’ê de li gel hevalên xwe tê dîtin û mamê wê jî saet di 18.59’ê de ji gund derdikeve. Di navberê de 12 deqe hene û ew kêlî tê lêkolînkirin. 
 
Di dîmenên kamerayê de tê gotin ku mamê wê saet di 18.59’ê de ji herêma mala Narînê lê ye derdikeve û li ber dibistanê re derbas dibe. Malbat û xizmên wê jî di îfadeyên xwe de dibêjin ku di navbera saet 15.15’ê û 19.30’ê de Narîn nedîtine. 
 
Di dîmenên cendirme li ser lêkolînê dikin de hat tespîtkirin ku Narîn saet di 18.47’ê de bi hevala xwe ya 9 salî re hevdîtinê dike.