Li Qahîreyê neteweya demokratîk hat nîqaşkirin

  • 18:00 4 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Navenda Nirxandinan a Atûn a li Qahîreyê sempozyûma bi sernavê ‘Berbi Westfalyaya Rojhilat’hate lidarxistin û pêwîstiya diyalogê û çareserkirina pirsgirêkên olî, mezhebî, neteweyî li Rojhilata Navîn hate nîqşakirin. Her wiha hate diyarkirin ku çareserî jiyana aştiyane li gorî rêgezên neteweya demokratîk e.
 
Li Navenda Nirxandinan a Atûn a li Qahîreyê sempozyûma bi sernavê ‘Ber bi Westfalyaya Rojhilat’ hate lidarxistin. Di sempozyûmê de, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, gelan û kêmneteweyan hatin nîqaşkirin. Gelek rewşenbîr, dîplomat, akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevan ji Misir, Iraq, Sûriye û Yemenê nêrînên xwe di sempozyûmê de parve kirin.
 
Ronakbîrê iraqê Ebdulhisên Şaban, ronakbîr û endamê rêveberiya navendî ya Partiya Komunîst a Misirê Elî Şoşan, mamosteyê dîrokê nûjen û modern ê fakulteya wêjeyan a Zanîngeha Damenhûrê Dr. Mihemed Rifet El Îmam, lêkolînera dîroka nûjen û modern a Navenda Nûjen û Modern a Misirê ya Çapxaneya Belgeyên Misirî Dr. Seher Hesen Ehmed, nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Misirê Leyla Mûsa, lêkolîner û nivîskarê Kurd Ehmed Şêxo, nivîskar û rojnameva Fatin Subhî û cîgira serokê edîtoriya El Ehram Henen Cad di sempozyûmê de gelek mijar nîqaş kirin.
 
Beşên sempozyûmê bi vî rengî bû: "Çareserî, ilmanî, mirovî û komunîst e", "Plana Bernard Lewis û hîlala şîe û sunnî", "Diyalog û qebûlkirina aliyê din", "Çareserî, pêkvejiyana li gorî rêgezên neteweya demokratîk e" û rewşa jinan.
 
Mijara sereke ya sempozyûmê "Lihevkirina Westphaliayê" ku li Ewropayê sala 1648’an hate îmzekirin û di encamê de şerên olî bi dawî bûn, bingeh ji bo pêvajoyeke nû li ser bingeha rêzgirtina serdestiyê û diyalogê hate danîn. Beşdaran pêwîstiya destpêkirina diyalogên olî, mezhebî û neteweyî di navbera pêkhateyên sereke yên Kurd, Ereb, Fars û Tirkan de nîqaşkirin.
 
Di beşa sempozyûmê ya bi ser navê "Plana Bernard Lewis û hîlala şîe û ya sunnî" hate diyarkirin ku plan 1980`yî bû lê bi destwerdana Amerîkayê li Iraqê sala 2003’an kete meriyetê. Li gorî wê tenê bi rêya binxistina Şam, Bexda û Qahîreyê Rojhilata Navîn tê kontrolkirin. Her wiha îşaret pê hate kirin ku destê gelek aliyên herêma Erebî ji hundirê welatên di planê de hatine hedefgirtin de hene.
 
Di sempozyûmê de hate destnîşankirin ku çareserî, jiyana hevbeş û aştiyane li gorî rêgezên neteweya demokratîk e û teqezî bi girîngiya nûkirina fikirandinê olî, pêşxistina dibistana neteweyî, hate kirin.
 
Di sempozyûmê de rewşa jinan jî hate nîqaşkirin ku jin rûbirûyî gelek cureyên zayendperestiyê ye.