Di pêvajoya KHK’yan de jinên di bin çavan de destdirêjî lê hatin kirin

  • 09:03 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Hatîce Kurt di rapora ku Buroya Penaberiyê ya Fînlandiyayê ama dekiriye, 12 jinên li Tirkiyeyê di bin çavan de destdirêjî lê hatine kirin û ducanî mane, anî rojevê. Hatîceyê da zanîn ku piştî raportaja daye gelek jinî bi heman îdiayan xwe gîhandine wê û wiha got: “Ji bo kesên ku hîn xesas û bi taybet nêzî vê bûn agahiyên hîn zelal hatin. Beşek ji van jinên mexdûr xwestin biaxivin.”
 
Di rojên borî de Buroya Penaberiyê ya Fînlandiyayê di 14’ê Tebaxê de raporek weşand û agahiya ku li Tirkiyeyê piştî 15’ê Tîrmehê di pêvajoya binçavkirinan de 12 jin di binçavan de destdirêjî lê hatine kirin û ducanî mane. Parêzvana mafê mirovan parêzer Hatîce Kurt ku rapor anî rojevê, da zanîn ku ne tenê destdirêjî îşkence jî di raporê de hatiye belgekirin û got piştî roportaja daye, gelek jinî xwestiye xwe bigihînin wê û îdiayên bi vî rengî ragihandine, xwestine biaxivin. Hatîceyê der barê rapor û pêvajoyê de nirxandin kir. 
 
*Bi rojane di çapemeniya dîjîtal de beşek ji raportaja ku we daye digere. We got 12 jin di binçavkirinên FETO û KHK’yan de destdirêjî lê hatiye kirin û ev di rapora li Fînlandiyayê hatiye weşandin de cih digire. Di raporê de çi derbas dibe?
 
Buroya Penaberiyê ya Fînlandiyayê navbera 2-6’ê cotmeha 2023’an de li Enqere û Tirkiyeyê lêkolînek kir û encama vê de di hezîrana 2024’an de rapora ‘bi tevgera Tirkiye-Gulen re kesên di têkiliyê de’ weşand. Rapor di 14’ê tebaxê de li ser malpera xwe weşand. Di rûpela yekem a raporê de krîterên raporê yên wek ‘rapor ji aliyê Serwîsa Zanîna Welat a Buroya Penaberiya Fînlandiyayê hatiye amadekirin û ji bo agahiyên der barê welat de bên destgirtin, der barê mîsyona komkirina zanîn û rêgezên klavuza YE’ê de di esasa rêgezên kilavuzê de hatine komkirin. Agahî ji hevdîtinan hatine girtin. Rapor berfirehiyê armanc nake û di mijara penaberbûn, statuya penaberiyê, destûra rûniştinê de neyê nirxandin. Di raporê de behsa kes û saziyên diyarkirî neyê kirin jî, ev nayê wateya ku ev bûyer pêk nehatine. Rapor xwe dispêre hinek analîz û lêkolînên serbixwe yên ji aliyê Serwîsa Zanîna Welat. Ev serwîs jê berpirs e. Rapor ne daxuyaniyek siyasî yan jî nirxandinek edli ye’ cih girtin. Rapor ji 18 çavkanî û û îstatîtsîkan fêde girtiye.
 
Destdirêjiya li 12 jinan tê belgekirin
 
Rapor ji 75 rûpelan pêk tê. Di raporê de ji bo kesên piştî 15’ê Tîrmehê hatine binçavkirin û lêpirsîn li wan hatine vekirin venasîna ‘endamên tevgera Gulen û kesên piştgirî danê’ tê bikaranîn. Îdia li gorî kesên ku mexdûr bûne, lêpirsîn lê hatine vekirin hatine nîşandan û  îstîtatîskên lêpirsînan, îxrac, pêvajoya darizandinê, encama darizandinê de biryên berat û neşopandinê, biryarên radestkirina peywriran, binpêkirina mafan, jinên li girtîgehê, zarokên girtî. Ev hemû yek bi yek di bin sernavên cuda de hatine nirxandin. Di raportaja ku min da KHKTV de,  îdiaya ‘Piştî 15’ê Tîrmehê 12 jinên di bin çavan de destdirêjî lê hatine kirin û ducanî mane’  gelek deng da. Lê rapor ji vê ne pêkan e. Di pêvajoya binçavkirin û girtinan gelek pêkanînên nebaş û îşkence hatine jiyîn. Ev hiqûqa li hember kesan hatiye meşandin nîşan dide. Di 8 salên dawî de bi sedhezaran girtin çêbûn bi mîlyonan lêpirsîn hatin jiyîn.  Ev 8 sal in  li Tirkiyeyê kesî ev lêkolîn nekiriye lê welatekî 4 hezar û 234 km ji Tirkiyeyê dûr hewce dibîne raporek wisa eşkere bike. Li ser vê divê em dirêj dirêj bifikirin û xwerexnedayîna xwe bidin.
 
*L i ser vê raporê û îfadeyên we divê lêkolînek bihata destpêkirin. Der barê vê mijarê de gavek hat avêtin an na? Hûn neavêtina gavê çawa dinirxînin?
 
Ji bo lêpirsînkirina îdiayan divê mexdûr, parêzer an jî kesê nêzî mexdûr gilî bike. Ji bo raporkirina rêxistinên mafê mriovan divê ewil mexdûr vê erê bike. Mixabin li vî welatî gilîkirin jî bi neşopandinê bi encam dibin. Ji ber zextên civakê, malbatê û bandorên neyînî yên li ser malbat û zarokên wan, jin zehmetiyan dikşînin. Ev bi xebat û lêkolînan hatiye tespîtkirin. Hele di vir de gumanbar xebatkarê cemawerî be, ev pir zehmet e. Her wiha kesên êrîş lê hatin kirin li şûna bên dermankirin, bişînin malên wan dişînin girtîgehan. Ji ber vê mirov bawer dikin ku ji pergala hiqûqê encamekê bigirin.
 
Mexdûrên bûyerê dikarin biaxivin
 
Mexdûr ditirsin. Dibêjin em mafê gilîkirinê bi kar bînin wê li girtîgehan pêkanînên nebaş lê bên kirin, ji mafê berdana bi kontrol bêpar bimînin û lêpirsîn lê bên vekirin. Di vê rewşa ku daraz edaletê belav nake de, keseke ku destdirêjî lê hatiye kirin,  edaletê napê. Gelek caran îdiayên destdirêjiyê dihatin ber guhê me. Lê ji ber raste rast bi kesan re min hevdîtin nekiribû, min rastiya îdiayan jî nizanibû. Lê piştî raportajê ji bo kesên ku xesas nêzî mijarê dibin agahiyên zelal hatin. Qe nebe beşek mirovan xwestin biaxivin. Ev pêk bê wê mexdûr bikevin ber lêgerîna maf.
 
*Hûn vê îşkene û pêkanîna nebaş a li hember jinan a desthilatdariya ku niha turbana jinan û 28’ê Sibatê li zimanê xwe gerandiye, çawa dinirxînin?
 
Jinên berê bi desthilatdariyê bawer dikirin niha şikestinek mezin dijîn. Jinên bawer dikirin ku wê azadiya serî girtinê bê, niha şikestinê dijîn. Di hevdîtinên du rojên dawî de jinên mexdûrên êrîşan beşek ji wan gotin ‘yên ev kirin ne dewlet bû, yên ev kirin ne pêkane peywirdarê dewletê bin’. Li gorî wan ‘dewlet baba’ ne pêkan e ku vê zilmê li wan bikin. Hûn dizanin di îdeolojiya rast a muhafazakar de dewlet pîroz  tê dîtin. Lê dewlet li gorî rêgezan organîzaysonek hatiye avakirinê ye. Dewlet ne pîroz e. Ya pîroz mafê jiyanê ye.
 
*Tevî ku ev rastgirî li holê ye, saziyên çapemeniyê, siyaset-muxalefet û desthilatdat jî nav de vê rastiyê naynin ziman. Hûn dikarin binirxînin?
 
Heta ku her kes ji faşîzma ku di stûyê wan de ye xilas nebin, qe nebe ji bo xilasbûnê hewl nede, wê bibin mexdûrên rejîmên dijdemokratîk. Di esasê de em ê hemû bi hev re bibin mexdûr.