Li Mêrdînê mirina jinekê ya bi gûman

  • 16:15 3 Îlon 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê Nurcan Burak, bi awayê bi gûman ji şaneşînê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, duh di saetên nîvro de Nurcan Burak, bi awayekî bi gûman ji şaneşîna qatê 5'an ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
 
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tendirustvan û polîs hatin cihê bûyerê. Nûrcan a ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê îro jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê nûrcanê ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.