Îsal li Îranê 15 jê jin zêdetirî 400 kesî hatin îdamkirin

  • 13:49 3 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) dan zanîn ku îsal li Îranê 15 jê jin zêdetirî 400 kes hatine îdamkirin û anîn ziman ku ew bi taybet ji ber zêdebûna îdamkirinên di meha Tebaxê de bi fikar in.
 
Pisporên serbixwe di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku di meha Tebaxê de 81 kes hatine îdamkirin ku ev hejmar du qatî zêdetirî  45 îdamên ku di meha Tebaxê de pêk hatine. 
 
Koma pisporan ya ku ji şeş Raportoên Taybet û pênc endamên Koma Xebata Cihêkariya Li Dijî Jin û Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî pêk tê diyar kirin ku hejmara înfazên îsal yên ji raya giştî re hatine ragihandin ji 400’î zêdetir e ku 15 ji wan jî jin in. 
 
Pisporên ku  ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yebûyî ve hatine wezîfedarkirin  anîn ziman ku ‘ew ji ber zêdebûna hejmara îdamkirinê gelekî bi fikar in.’
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 41 înfaz ji ber sucên tiryakê pêk hatine û ku Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî ku Îran jî alîgir e, îdamkirinê weke sûcê ‘’herî cidî’’ yanî  bi kuştina bi qestî sînordar kiriye. Pisporan anî ziman ku înfazên ji ber sûcên tiryakê standartên navneteweyî binpê dikin. 
 
Her wiha Neteweyên Yekbûyî beriya niha gelek caran hişyarî daye Îranê ku cezayên îdamê bi dawî bike û di mijara înfazan de rêbazeke moratoryûmê bisepîne. 
 
Pisporan bal kişand ku li Îranê hejmara kesên ji ber sûcên tiryakê hatine îdamkirin ji sala 2021’an ve ye gelekî zêde bûye û di sala 2023’yan de zêdetirî 40 kes ji ber vê yekê hatine înfazkirin.
 
Aktîvîstên mafparêz nerazîbûnên xwe nîşanê Îranê didin û dibêjin ku Îran li hemberî xwepêşandanên protestoyî yên ku piştî qetilkirina jina Kurd a Rojhilatî Jina Emînî dest pê kirin,  cezayên îdamê weke rêbazeke bêdengkirinê bi kar tîne.
 
Pisporên Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de bi bîr xistin ku xwepêşanderê Kurd Reza Rasaeî di 6’ê Têbaxê de li Girtîgeha Dizel Abadê hatiye îdamkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê îdamê di encama îfadeya di bin êşkenceyê de hatiye dayîn û  tevî ku sersûcan îfadeyên xwe yên têkildarî Resaî ku tevlî cinayetê bûye, vekişandine û îfadeyên Resaeî bi xwe yên ku tevlîbûna cinayetê red dike jî cezayê îdamê lê hatiye birin û li hemberî vê yekê bertekên xwe nîşan dan.