Bêyî ku haya wê jê hebe, ew kirine endama AKP'ê

  • 11:59 3 Îlon 2024
  • Rojane
 
RIHA - Li navçeya Sêweregê Selma Gozcu Ayebe ji bo endamtiya DEM Partiyê serlêdan kir, hîn bû ku ew kirine endamê AKP’ê. 
 
Selma Gozcu Ayebe ya li navçeya Sêwereg a Rihayê dijî, dema ji bo endamtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serlêdanê bike, hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê. Selma ya li ser e-dewletê serlêdana endamtiyê kir, hîn bû ku ji sala 2011’an ve endama “Teşkîlata AKP’ê ya Seyhan a Edeneyê” ye. Selma, diyar kir ku di temenê xwe de qet neçûye Seyhan a Edeneyê û endamtiya wî bêyî destûra wê çêkirine. Selma, ya li ser e-dewletê ji endamtiya AKP’ê îstîfa kir, wiha got: “AKP ji bo hêza cemaweriyê ava bike bêyî agahiyan wan hebe mirovan dike endam. Ji ber vê yekê divê herkes li ser e-dewletê endamtiyên xwe kontrol bike.”