Ciwanên enternasyonalîst serdana Şengalê kirin

  • 11:10 3 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Delegasyoneke ciwanên enternasyonalîstên ji Ewropayê serdana Şengalê kirin û rewşa Şengal ji nêzve şopandin. Delegasyon ji aliyê TAJÊ ve hat pêşvazîkirin.
 
Bi boneya 10’emîn salvegera fermana ku hatiye ser civaka Êzidî, delegasyoneke ciwanên enternasyonalîstên ji Ewropayê hatin Şengalê. Koma enternasyonalîst di nava hefteyekê de serdana gelek malbatên Êzidî yên li Şengalê kirin û beşdarî çalakiyên ku hatine kirin bûn. Ji nêz ve rewşa Şengalê ya piştî fermanê û êrîşên dewleta Tirk yên bi hevkariya  PDK’ê şopandin
 
Delegasyon di serdana meclisa TAJÊ de ya li navçeya Sinûnê de bi germahî hatin pêşwazîkirin.