Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk a li ser jinên girtî

  • 10:03 3 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
EDENE - Girtî Tuba Sert diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê îşkenceya derûnî li girtî Zîlan Demîr hatiye kirin û gef lê hatine xwarin û got ku ew ê serî li ber îşkenceyê netewînin. 
 
Girtî Tuba Sert a ku cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn li Girtîgeha Tîpa S a Manavgata Antalyayê tê ragirtin. Sert 2’yê îlonê li gel malbata xwe hevdîtina vekirî pêk anî û bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên diqewimin ragihand. 
 
Li gor nûçeya MA'yê Tuba Sert diyar kir ku sergardiyan her tim li ser girtiyan zextên derûnî dike û mafên wan ên bingehîn tên astengkirin û girtî bi her cure heqaret û gefên gardiyanan re rû bi rû dimînin. 
 
Tuba destnîşan kir ku girtî Zîlan Demîr di 28’ê tebaxê de bi malbata xwe re hevdîtina heftane ya bi telefonê pêk tîne û ji Zîlanê re dibêjin, “Zû bike, bibeze” û Zîlanê jî li ser vê yekê pirsa, “Çima ez ê bibezim?” dike û piştre zor û tundiyê li Zîlanê dikin û diavêjin qawîşê. 
 
Tuba der barê vê yekê de wiha dibêje: “Piştî vê bûyerê, sergardiyan gardiyanên mêr digire cem xwe û diavêjin ser qawîşa Zîlanê. Di destê wan de jop û kelemçe hebûne. Hemû cam û mazgalên di korîdorê de digirin û dikevin qawîşê. Gardiyan li qawîşê heqaretan li Zîlanê dikin û gefan lê dixwin. Me girtiyan jî xwest em li dijî midûr derkevin lê destûr nedan. Em ji ber pêkanînên sergardiyan û midûrbi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Hin jin di qawîşên yek kesî de hin jîn jî di qawîşên sê kesî de tên ragirtin. Em ê li ber her cure zext, îşkence û binpêkirinên mafan têbikoşin û serê xwe netewînin. Encama wê çi dibe bila bibe em ê serî netewînin.” 
 
Malbata Tuba Sert jî da zanîn ku li Girtîgeha Manavgatê pêkanînên li dijî aqilan tên kirin û ew ji jiyana girtiyan bi fikar in.