Tîma Basketbolê ya Jinan a Rayn: Me serkeftin bi dest xist

  • 10:02 3 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tîma basketbolê ya Jinên Ciwan a Rayn a bajarê Dirbêsiyê hêvî dike ku di beşa werzîşê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftinên mezin bi dest bixe.
 
Li qada dibistaneke bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê rojane 12 jinên ciwanan li ser lîstika basketbolê perwerde dibin.
 
Li gor nûçeyan ANHA'yê ew jin, endamên tîma Rayn in. Rayn tîmeke basketbolê ya jinên ciwan e û girêdayî dibistana werzîşê ya kaptin Elî Feno ye. Tîm ji nêzî 4 mehan ve hatiye damezirandin.
 
Tîma Rayn yekemîn tîma keçan li Dirbêsiyê ye û di turnuvayên basketbolê yên ku Yekitiya Werzîşê ya kantonê li dar dixe de, gelek serkeftin bi dest xistine. Herî dawîn di turnuvaya gelêrî ya li kantonê de tîm bû ya 2'yemîn.
 
Lîstikvanên tîmê kêfxweşiya xwe ji ber beşdariya di yekemîn tîma keçan de anîn ser ziman û li ser zehmetiyên li pêşiya xwe axivîn.
 
Leyla Ferhan (19) hezkirin xwe ji basketbolê û tîmê re anî ziman û got: "Ji ber hezkirina min a ji basketbolê re ez tev li tîmê bûm. Piştî çend maçan jî girêdana min pê re xurttir bû. Ev tîm ji bo min malbatek e."
 
Asrîn Mihemed (16) destnîşan kir ku perwerdeya basketbolê li qada dibistana şehîd Remedan a bajarê Dirbêsiyê zehmetiyê ji wan re derdixe, nexasim ku holên werzîşê yan jî cihên taybet ji bo werzîşê li bajêr tune ne.
 
Asrîn got: "Em rojane perwerde dibin û ji bo ku di navbera lîstina basketbolê û dewama dibistanê de hevsengiyê bikin me bername û plan ji xwe re amade kirine."
 
Herdu lîstikvanan ji ajansa me re destnîşan kir ku destpêka tevlêbûna wan di tîmê de ew ji aliyê civakê ve rastî gelek nerazîbûnan dihatin. Lê belê wan ew gotin wek "hûn ê çawa werzîşê bikin, hûn keç in" derbas kirin, serkeftin bi dest xistin û ji bo şêniyên bajêr bûn cihê serbilindiyê.