Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê li benda piştevaniyê ye

  • 09:02 3 Îlon 2024
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN – M.P. di encama şîdeta sîstematîk a bi salan lê hat kirin gelek caran bi xetirya kuştinê re rû bi rû ma. Daneşîna doza M.P. ya ku tundî lê hatiye kirin dê di 27'ê Îlonê de bê dîtin. M.P. Ji bo şopandina danişînê bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidinê.   
 
Li Tirkiye û Kurdistanê her roj qirkirin û tundiya li ser jinan zêde dibe. Yek ji van jinan jî ya bi navê M.P. ye.  M.P. ji aliyê mêrê bi navê H.P.yê ku  22 sal in pê re zewicî ye ve bi tundiyê re rû bi rû maye û ji bo ku neyê kuştin doza hevberdanê vekiriye.  
 
M.P., anî ziman ku ew gelek caran bi qetilkirinê re rû bi rû maye, li bendê ye ku doza wê ya hevberdanê  di zûtirîn demê de biqede. M.P. pêvajoya zewaca xwe wiha vedibêje: “Dema ku ez bûka 12 rojabûm tundiya li min hat kirin destpê kir. Dema ku dergistî jî bûn, min du caran gustîl avêt avêt."  M.P.yê diyar kir ku bavê wê jî hewl daye ku nehêle dest ji hev berdin
 
Şandin cihê ku tundî lê dihat kirin
 
M. da zanîn ku şîdeta fizîkî ya mêrê ku pê re zewicîbû, di dema 4 mehî ya ducanî de berdewam kir û got, “Di encama lêdana wî de çena min şikest. Ez çûm mala malbatê ji bo rûbirûbûna tundiya ku li min hat kirin. Malbata min got, 'Em nema te dişînin.' û mezinên malbatê ketin dewerê pişt re jî min şandin navnîşana lê tundî li min dihat kirin."
 
Li zarokên wê jî tundî hatiye kirin
 
M. anî ziman ku dema ew di dîrokên cuda de diçû bajarên cuda, mêrê ku pê re zewicîbû, li ser rê maşîne radiwestand û li ber çavê zarokan tundî li wê kiriye û wiha got: “Ez bi zarokên xwe re bi nobedarî radizam. Min li malê kilît dikir û bi rojan birçî dihişt." M. anî ziman ku tundiya wî ne tenê li ser wê bû, li zarokên wê jî tundî hatiye kirin.
 
Jinên ku çûne piştevaniyê jî zext li wan hatine kirin
 
M. anî ziman ku der barê şîdeta ku dîtiye de raporên xwe pêşkêşî dadgehê kirine û wiha got: “Tedbîrên ku hatine girtin gelek caran binpê kirine. Bandora dadgehê tune ye. Biryarên dadgehê tu bandorê nakin. Ji ber ku tevî hemû tundiya kir jî nehat girtin. Ew nehat cezakirin. Ez mecbûrim li zarokên xwe xwedî derkevin. Ez careke din dibêjim 'ez ê negirîm'. Ez dibêjim ez ê bi hêz bim. Lê ez hestên xwe nikarim bitepisînim. Ez her dem di bin tehdîdê de me. Ne ez û ne jî zarokên min ne di ewlehiyê de ne. Bi tu awayî naxwaze nefaka bide. Ez bi komeleyên jinan re çûm dadgehê. Li dadgehê êrîşî min û jinan kir. Min di dadgehê de got,  dadger  xan, îro 8 jin hatin kuştin. Ez ê bibim jina 9'emîn. Dagehê jî got ku ew ji wî bêzar bûye. Lêbelê, wan doz bi encam nekir. Hevjînê min mamoste ye û li Midûriyeta Perwerdehiya Milî tu pêkanîn lê hemberî wî nehat kirin.Dewlet 5 hezar TL dide min. Ez hewl didim bi van pereyan debara xwe bikim."
 
Ji bo beşdarbûna rûniştinê bang 
 
Herî dawî M. ji bo  27’ê Îlonê roja danişînê  banga hevgirtinê li hemû sazî û aktîvîstên jina kir û got: “Divê jin bi hêz bin, bi salan ez ditirsim. Min negot. Divê ti jin netirse, têkoşîn bike. Gelek tişt hene ku ez nikarim îfade bikim. Lê çi dibe bila bibe, ez bi dengekî bilind axivîm. Min dengê xwe bilind kir. Ku mirin be jî em ê rojekê bimirin, lê qet nebe bila bi rûmet be.”