Kesên di mitînga 1’ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hatin girtin

  • 22:15 2 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL - 12 kesên ku di mitînga 1’ê Îlonê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
 
12 kesên ku di mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li navçeya Kadikoya Stenbolê de hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Anadolu ya Kartalê hatin kirin.
 
12 kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 12 kesên ku derxistin dadgehê hatin girtin û wan şandin girtîgehê.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bertek nîşanî girtinan da û got: "Ev hemû operasyonên ku govend û pankartên weke hincet nîşan didin, êrîşên faşîzma ku ji rêxistinbûyîna me ditirsin e. Divê hêzên faşîzmê û dadgehên wan baş zanibin ku têkoşîna me ya sosyalîzm û Kurdistana azad a rêya tekane ya aştiya bi rûmet e, di saziyên faşîzmê de nayên darizandin. Demildest hevalên me serbest berdin.”