Li Sydneyê Kurd û gelên din hatin ba hev

  • 20:46 2 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya “Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî” ku di sala 2011’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat îlankirin, Kurd û nûnerên gelên cuda li bajarê Sydney ê Awustralyayê hatin bav hev.
 
Çalakiyî ji aliyê Partiya Keskan ve hat lidarxistin. Çalakvanên Kurd, Bask, Şîlî, Bangladeşî, pêkhateyên Lao ji Endonezyayê û Şikh ji Hindîstanê tevlî çalakiyê bûn.
 
Senatorê Partiya Keskan Davîd Shoebrîdge di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna gelên din re di nava piştevaniyê de bin.
 
Nûnerên civakî yên ku piştî Parlementera Keskan Dr. Amanda Chon mafê axaftinê girtin, windakirinên bi darê zorê yên li welatên xwe û têkoşîna xwe ya li dijî vê rewşê parve kirin.
 
Namzetê meclîsa Şaredariya Balmain a Partiya Keskan Îsmet Taştan jî di axaftina xwe de bal kişand ser windakirinên bi darê zorê yên li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve.
 
Îsmet bi bîr xist ku di salên 1990’î de bi hezaran gundên Kurdan hatine şewitandin û zêdeyî 17 hezar Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin û bi êşkenceyê hatine qetilkirin. Îsmet  bi bîr xist ku Dayikên Şemiyê 30 sal in aqûbeta windayên xwe dipirsin û ev sûcê ne mirovî hîna jî didome.
 
Îsmet  bal bir li ser tecrîda girankirî yê li ser Rêberê Gelê PKK'ê Ocalan û wiha got: “Di 3 salên dawî de destûr nayê dayîn ku hevdîtin bi malbat û parêzeran re jî were kirin û agahî jê nayê girtin. Gelê Kurd li dijî van tevahî êşan û bêedaletiyê têdikoşe.”