Apê Narîn Guran hat girtin

  • 19:20 2 Îlon 2024
  • Rojane
AMED – Apê Narîn Guran a ji 21'ê Tebaxê ve winda ye Salîê Guran hat girtin.
 
Narîn Guran a 8 salî ku di 21'ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, hê jî tu agahî jê nehatiye girtin. Apê wê Salîm Guran ê di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin, îro hat girtin.
 
Salîm Guran ê di heman demê de keyayê gund jî, piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin. Salîm ê bi hinceta "di wesayîta wî de DNA'ya Narînê hat dîtin û îfadeyên li hev dernayên da" sewqî dadgehê hat kirin, ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ve hat girtin.