Malbata Gulîstan Tara serdana xebatkarên Çapemeniya Azad kir

  • 14:46 2 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Malbata Rojnameger Gulîstan Tara ya ku di êrişa 23’yê Tebaxê de hat qetilkirin, serdana MKG’ê û xebatkarên Çapemeniya Azad kir. 
 
Malbata Rojnameger Gulîstan Tara ya ku di êrişa 23’ê Tebaxê ya li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, çûn serdana Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG). Endamên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), xebatkarên çapemeniya azad, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên DÎSK Basin-Îş, nûnerên Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Elihê û malbata Gulîstan Tara di serdanê de amade bûn. 
 
Dîcle Tekîk a ku di serdanê de axivî, diyar kir ku pênûsa Gulîstanê wê li erdê nemîne û têkoşîna bi rûmet a Gulîstanê wê bidome. Dîcle spasiya xebatkarên Çapemeniya Azad kir ku ew bi tenê nehiştin e. 
 
Seroka MKG Roza Metîna di serdanê de axivî û bal kişand ser zextên li hemberî çapemeniya azad û got: "MGK ji bo parastina mîrateya rojnamegerên jin hat avakirin. Ne kamera û ne jî pênûsên şehîdên çapemeniyê wê tu carî li erdê nemînin. Em weke rojnamegerên jin em ê mîrateya wan bidomînin. Ji ber ku ev têkoşîn ji bo Gelê Kurd, ne ji bo rojnamegeran têdikoşe. Bi salan e hem li dijî ziman, hem jî li dijî rêxistinbûn û têkoşîna Gelê Kurd êriş tê kirin. Li dijî van êrişan em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Li hemberî vê êrişa li hemberî Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn em ê helwesta xwe eşkere bikin. Em ê tu carî vê helwesta xwe winda nekin. Rol, mîsyona rojnamegerên çapemeniya azad û jinan pir girîng e. Em ê tu carî serî li ber van êrişan netewînin.
 
Hikûmet bi tunehesibandina Gelê Kurd dijî. Ji ber ku hebûna xwe di tunebûna me de dibîne. Gelê kurd 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di bin êriş û tecrîdeke giran de pêşwazî kir. Me 1’ê Îlonê li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin şerekî giran û tecrîdê de derbas kir. Her wiha hevalên me yên di girtîgehê de 1’ê Îlonê di bin tecrîd û zextên giran de pêşwazî kir."