GOÇÎZDER li dijî biryarê derket: Em ê mafên penaberan biparêzin

  • 13:47 2 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Hevseroka GOÇÎZDERê Kamîle Kandal diyar kir ku sekinandina mal û milkên komeleyê dijî hiqûqê ye û got: “Em ê xebata xwe bidomînin û mafên penaberan biparêzin.” 
 
Çaremîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryar da ku mal û milkê Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) bi îdiya “têkiliya wê bi rêxistinê re heye”werin sînordarkirin. Li gorî biryara bi îmzeya Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya û Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek, bikaranîna mal û milkê 39 kes û 19 saziyan hate bisînorkirin. Biryar, di Rojnameya Fermî de hate weşandin û kete meriyetê. 
  
GOÇÎZDERê têkildarî biryara navborî li avahiya komeleyê ya li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta “Em cîhanek bêşer, bêmêtinger û bêsînor ava bikin” hat daliqandin. Rêveberên DBP’ê ANYAKAY-DER, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Tora Piştevaniya Koçber û Penaberan û Tora Piştevaniya Parêzvanên Mafên Mirovan beşdarî civînê bûn. 
 
Ji Tora Piştevaniya Koçber û Penaberan Mîne Bûse ewilî di civînê de axivî û diyar kir ku desthilatdariyê bi vê biryara navborî re carek din zext û gefên li ser rêxistinên sivîl berdewam dike û got: “Em dizanin ku ev zext û hewldan jî wê bêencam bimînin. Wê GOÇÎZDER xebatên xwe bidomîne. Divê em hemû sazî û rêxistin bi GOÇÎZDER'ê re di nava piştevaniyê de bin.” 
 
Paşê Hevseroka GOÇÎZDER'ê Kamîle Kandal metna daxuyaniyê ya têkildarî biryara li ser komeleyê xwend û diyar kir ku ev ne zexta ewil e li ser komeleya wan. Kamîle, bi bîr xist ku endam û rêveberên komeleya wan di heyamên berê de jî bi heman hinceta hatin darizandin û her kesî di darizandinên navborî de bi temamî hatine beraetkirin. 
 
Kamîle  destnîşan kir ku ev biryara der barê komeleya wan de hatiye dayîn biryarek li dijî mafên kesayetî yên komele û endamên wan û qanûna bingehîn e û wiha got: “Her wiha di nava heman darizandinê de ji aliyê heman dadgehê ve der barê endamtiya rêxistinê de biryara beraetê hatiye dayîn. Lê belê tevî vê yekê jî dîsa ji aliyê Wezareta Xezîneyê ve bi zanebûn me hedef daye nîşandan. Em li dijî vê biryarê tenê tiştekî dibêjin; em dixwazin ev biryar ne bi biryarên siyasî bil abi biryarên hiqûqî bê dayîn. Dixwazin xebatên komeleya me krîmînalîze bikin. Dixwazin têkiliya mirovan û rêxistinên sivîl bi komeleya me re qut bikin. Bi vê biryarê hiqûq û darazn nehatiye nasîn. Lê em dibêjin ku hûn nikarin bi van zextan encam bigirin. Tevî astengî û zextên li ser komeleya me jî em ê xebatên komeleya xwe bidomînin. Em ê her mafên penaberan biparêzin û em ê piştevaniya penaberan bikin.”