Emîne Şenyaşar: Ev çi dewleteke neheq e!

  • 13:45 2 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku bi rewşa xwe ya emeliyatê li Meclîsê nobeda xwe didomîne wiha axivî: "Ev çi dewleteke neheq û xayin e.” 
 
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Emîne Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û yek jî hate girtin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li Meclisê daye destpêkirin di roja 11’emîn de didome. 
 
Emîne ya ku tevî emeliyatên xwe li ber Serokatiya Meclîsê daxwaza edaletê kir, heta bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne dê çalakiya xwe bidomîne û wiha bi lêv kir: "Kurê min berdin. Ez bi rojan bi vê rewşa xwe li vir im. Êdî ez nikarim vê zilmê ragirim. Çi dewlete. Ev çi dewleteke neheq û xayin e. Kurên min çi kir?"