Narîn Guran 13 roj e winda ye: Apê wê derxistin edliyeyê

  • 12:28 2 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Di çarçoveya lêpirsîna ji bo dîtina Narîn Guran ku hat destpêkirin de apê wê yê ku girtin binçavan sewkî Edliyeya Amedê hat kirin.
 
Lêpirsîn û xebatên lêgerînê yên têkildarî windabûna Narîn Gûran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çuliyê ya navçeya Rezan a Amedê hat windakirin, dewam dike. Apê Narînê Samî Gûran û di heman demê de keyayê taxê  piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. 
 
Tê payîn ku îfadeya  apê ku bi gelek maşînên zirxî û tedbîrên tund ên ewlehiyê anîn edliyeyê bê girtin. 
 
Balkêş bû ku polîsan li ber edliyeyê tedbîrên tund girtin.